Elewî li Strasboûrgê ji Faşîzm û dîktatoran re gotin, ‘na!’
Elewiyên ku li Ewropayê dijîn, bi dirûşma ‘Ji faşîzizm û dîktatoriyê re na,’ li bajarê Strasboûrg ê Fransayê xwepêşandaneke mezin li dar xistin. Wekîlê Stenbolê yê HDP’ê Gora Paylan jî piştevanî li çalakvanên Nobeta Azadiya Ocalan, kir.
ANF- HALÎL UNALTEPE/BEDRAN DENIZ
STRASBOÛRG
şemî, 25 pûşperê 2016, 16:24
Di saetên sibehê de nêzî 10 hezar kesên ku ji Elewî, Kurd, Tirk û gelên din li welatên Elmanya, Fransa, Swîsre, Awûstûrya, Belçîka, Hollanda û welatên din ên Ewropayê kom bûn, li Qada Kleber a navenda bajarê Strasboûrgê gihiştin hev.
Çalakvanên ku bi ewlekariyeke xurt a ji aliyê polîsên Fransî ve hatin parastin di saet 12:00’an de ber bi Konseya Ewropayê ve ketin meşê. Tîşortên bi zimanên Kurdî, Tirkî, Ermenî, Fransî, Îngîlizî û Elmanî ‘Aştî’ hatî nivîsîn li xwe kirin, di rêzên herî pêş de ciwanan cih girtin. Di çalakiyê de wêneyên kesayetên ku di qetlîama Madimakê de hatine qetilkirin jî hatin hilgirtin.
Di meşê de dirûşmeyên mîna “Aştî niha”, “Me Sêwas ji bîr nekiriye, em ji bîr nakin”, “Diz, kujer Erdogan”, “Ji bişaftinê re na ”û “Teroyan ne bi tenê ne” berz kirin, her wiha pankarteke mezin a ku “Ji şer re na, em niha aştiyê dixwazin” hate vekirin. Di çalakiyê de Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Garo Paylan, Serokê berê yê AABF’ê Tûrgût Oker, Hevseroka KCDK-E’yê Yuksel Koç û çalakvanên ji Nobeta Ji Ocalan Re Azadî jî di nav de nêzî 10 hezar kes beşdar bûn.
‘JI DORPÊÇA PAŞVERÛ, NÎJATPEREST Û FAŞÎST RE NA’
Di axaftinan de hate diyarkirin ku Tirkiye vedigere ‘Herêma nû ya Sûriyeyê.’ Di axaftina li ser navê komîteya rêxistina çalakiyê de ev hatin gotin: “Em weke Elewiyên li Ewropa li welatê me hiqûq tê binpêkirin, bi praktîkî sîstema serokatiyê ferz dikin, her roj xeberên mirinan tê, li ser xwesteka Erdogan ê li Qesrê, deslênedayîna parlamenteran tê rakirin, Meclîsa Tirkiye bi praktîkî bêbandor kiriye, Parlamento bi emelî tune tê hesibandin, Destûra Bingehîn ji nedîtî ve tê, mafên Elewiyan ên mîna “mafê wekhevî û hemwelatiyên wekhev” daxwazên demokrasî û hiqûqê bi bişaftin û înkarê ve têne sunîkirin, li dijî daxwazên aştî û demokrasiyê yên ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd zext û qetlîam têne kirin, li hemberî jinan û zarokan şidet, destdirêjî û destavêtin tên kirin, li hemberî gelê xwe qetlîaman dikin, bi nijatperestî û baweriyê dewletê ava dikin, perwerdehî jî di nav de hemû saziyên civakî xistiye nav qalibên baweriyê, xakên Elewiyan di bin navê kampên AFAD’ê de tên dagirkirin, mînaka Gurgum û Teroyan li ber çavan e, dixwazin Elewiyan dîsa sirgûn bikin, li ser mezheb û nijatperestiyê civakê ji hev dûr dixin û ev bû sedem ku li her deverên Tirkiyeyê bi bombeyên zindî bi sedan kes jiyana xwe ji dest bidin, di vê demê de ku Tirkiye vedigere Rojhilata Navîn em weke Konfederasyona Yekîtiya Elewiyên Ewropa, ji dorpêça paşverû, nîjatperest û faşîst re dibêjin na.”
KILIÇKAYA: ÊDÎ DEM HATIYE KU EM JI ŞERÊ HEYÎ RE BÊJIN ‘RAWEST E’
Serokê Federasyona Yekîtiya Elewiyên Ewropayê Erdal Kiliçkaya axivî û da zanîn ku êdî dem hatiye ku ji şerê ku li Tirkiyeyê diqewime bêjin, rawest e. Kiliçkaya wiha got: “Di heman demê de em ê hesabê Dersîm, Çorûm, Sêwas û Gurgumê jî bipirsin.” Kiliçkaya diyar kir ku eger têkoşîna hevpar bidome wê hemû astengî ji holê rabin.
PAYLAN: DEWLETÊ LI KÛ XISTIBE DIVÊ EM PIŞTGIRIYÊ LI WIR BILIND BIKIN
Gora Paylan destnîşan kir ku ev bi sed salan e Elewî ji qetlîaman derbas dibin, yên ku vê herî baş dizanin jî Ermenî û Kurd in. Paylan wiha axivî: “Min ji vê rawest û piştgiriya we cesareteke mezin girt. Em ê vê cesaret û piştgiriyê vegûhezin her cihê ku em lê ne. Vê sîstem, vê dewletê li kû li me xistibe, divê em li wir piştgiriyê xurt bikin.” Paylan anî ziman ku di heman demê de bersiva qetlîaman neyê dayîn, wê rê li ber qetlîamên nû veke û wiha got: “ Di encama êrîşên li ser Cizîr,Nisêbîn, Sûr û Geverê de bajarên me hilweşandin, divê em li van bajaran piştgiriya bi gelê Kurd re mezin bikin.”
Paylan diyar kir ku faşîzm êrîşî Kurdan û hevalbendê Kurdan dike. Paylan bi bîr xist, hefteya bihurî 3 akademîsyenên ku piştgiriya Rojnameya Ozgur Gundemê kirin, hatin girtin. Paylan got, tevî vê her roj piştgiriya li Ozgur Gundemê her diçe zêdetir dibe, berxwedêrên birûmet, birçî, tî li ser lingan in.
Gora Paylan da zanîn ku têkoşîn dibe ku demdirêj bidome, bal kişand ser Erdogan û got: “Li pêşberî me dînek heye.”
Di çakakiyê de her wiha ji aliyê Konfederasyona Yekîtiya Elewiyê Ewropayê ve ji bo Gora Paylan Xelata Xweşbîniyê hate dayîn.
Di axaftinên li pêşiya avahiya Konseya Ewropayê (KE) de jî bang hate kirin ku li hemberî dîktatoriyê berxwedan were xurtkirin. Mîtîng piştî axaftinan bi dawî bû.