El Nusra Kurdên ji nimêja terawihan dihatin gulebaran kir

El Nusra Kurdên ji nimêja terawihan dihatin gulebaran kir

Çeteyên Eniya El Nusra li bajarokên Til Hasil û Til Aran ên girêdayî navçeya Sefîre ya Helebê Kurdên ji nimêja terawihan dihatin gulebarankirin û di encam de 2 Kurdistaniyan jiyana xwe ji dest da. Di encama  şerê ku li dijî nuqteya kontrolê ya El Ekrad pêk hat de jî hat ragihandin ku gelek endamên komên çete yên El Nusra hatine kuştin.

Li gorî agahiyên hatine wergirtin, îşev Eniya El Nusra, êrîşî bajarokên Til Hasil û Til Aran ên girêdayî navçeya Sefîre ya Helebê kirine û dema Kurdistanî piştî nimêja terawîhan ji camiyê derdiketin ji aliyê wan komên çete ve tên gulebarankirin. Di encam de 2 Kurdistanî hatine qetilkirin û gelek birîndar hene.

Komên çete piştî êrîşî gel kirine bi çekên giran berê xwe dane nuqteya kontrolê ya Eniya El Ekrad a Til Hasilê. Piştî bersiveke mezin a şervanên El Ekrad ku şerekî dijwar rû daye hat ragihandin ku komên çete gelek wendahî dane.

Her wiha şerê li Til Hasilê berdewam dike.