El Nûsra gefa 'bersivdayînê' li DYA xwar
El Nûsra gefa 'bersivdayînê' li DYA xwar
El Nûsra gefa 'bersivdayînê' li DYA xwar
Rêxistina çete El Nûsra ya ser bi El Qaîdeyê, ku di êrîşên hewayî yên koalîsyona navneteweyî de hedef hat girtin, gefa bersivdayînê xwar.
Berdevkê El Nûsra Ebû Fîras Sûrî, di peyama xwe ya li medya sosyal de îdîa kir ku ev êrîş ne li dijî El Nûsra li hemberî Îslamê ye û got, "Me sond xwarine em ê tolê ji welatên Rojavayî û Ereban hilînin."
DYA û welatên koalîsyona navneteweyî, roja 23'ê Îlonê de li gel mewziyên DAIŞ'ê çeperên El Nûsra yên li Sûriyeyê jî hedef girtibûn. Di êrîşê de zêdeyî 30 çeteyên El Nûsra miribûn.