Eksîk: AKP li ber hilweşînê ye

Parlementerê HDP’ê Habîb Eksîk anî ziman ku wezîfedarkirina qeyûman, girtina hevşaredaran gava ji bo sistkirina pêvajoya jihevketina AKP'ê ye.

AKP’ê 19’ê Tebaxê bi qeyûman dest danîbûn ser Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê. AKP’ê piştî hevşserdarê Colemêrg, Gever, Nisêbîn û Erdîşê û gelek endamên meclîsa şaredariyê destgîrkirin û şûnde girtin. Hevşaredarên Colemêrg, Gever û Nisêbînê hatin girtin, qeyûm li şûna wan hatin bicihkirin. Demê destgîrkirina hevşaredarê Erdîşê jî hate dirêjkirin. Nerazîbûnên li dijî AKP’ê ya bi qeyûman dest datîne ser şaredarî û girtina hevşaredaran dewam dike.

Parlementerê HDP’ê yê Îdirê Habîb Eksîk, anî ziman ku wezîfedarkirina qeyûman pêngaveke ku demê hilweşandina AKP’ê hêdî dike û got: “Dema AKP hate li ber hilweşînê êrîşên cidî li dijî HDP’ê û saziyên HDP’ê zêdetir bûn. Ewilê dest danî ser 3 şaredariyên mezin rojên borî jî bi qeyûman 3 şaredarî din jî dagir kirin. Em vê jî weke polîtîkaya neserketin û astengkirina hilweşandinê wê dibînin.”

‘QEYÛM BINKETINA AKP’Ê NÎŞAN DIDE’

Eksîk destnîşan kir ku bi qeyûman dest danîna ser şaredariyên ku bi vîna gel û dengê gel hatî hilbijartin, divê ne tenê weke endeksekî polîtîkaya xwe ya navxweyî bê dîtin û wiha pêde çû: “Heman demê tê wateya nixumandina binketina polîtîkaya derve û dengekirina siyaseta navxweyî û lîstoka girtina dengên nîjatperestan e. Dixwazim bi taybet vê bidin nîşandan; Em Partiya Demokratîk a Gelan di ti demê dîrokê de li dijî van pêkanînên faşîst û antî demokratîk stû xwarnekiriye, ji niha û şûnde jî xwar nakin.”

‘EM Ê HETA DAWÎ LI VÎNA GEL XWEDÎ DERBIKEVIN’

Eksîk bi domdarî got: “Em ê heta dawî xwedî li vîna gel a emanetî me kirî derbikevin.” Eksîk nîşan da ku evqas destgîrkirin û girtina hevşaredar û necamên meclîsa şaredariyan ji lewaziya AKP’ê tê û got: “Bê ku pîvanekî wê ya hiqûqî hebe ti sûc û gunehekî hevrêyên me nîne. Bi temamî bi kêfî, polîtîkayeke jihevxistin û beşa muxalefetê têkbirine. Em vê yekê qebûl nakin. Ev bitemamî der hiqûqî ye.”

‘AKP DI DEMEKE NÊZ DE WÊ BIÇE SERGOYA DÎROKÊ’

Herî dawî Eksîk got: “Divê tavilê hevşaredarên hatine hilbijartin vegerin ser erka xwe. Heman demê kesên ku gel hilbijartin hew bigirin. Dawî li polîtîkayên şer bînin, bi şer serketin nabe. Divê ji bo siberoja zarokan her kes cihê xwe li gel aştiyê bigire. Eger ku AKP hem li hundir û hem li derve alîgirê aştiyê nebe, wê di demek pir nêz de biçe sergoya dîrokê.”