'Eger Kobanê bikeve, wê pêvajoya çareseriyê biqede'

'Eger Kobanê bikeve, wê pêvajoya çareseriyê biqede'

Bi sedan kesên ku li ber avahiya DBP’ê ya Wanê kom bûn êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve pêk hat şermezar kirin, Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Wanê Fadil Bariştiran got,  “Eger Kobanê bikeve, wê pêvajoya çareseriyê biqede, biratî biqede.”

Bi sedan kesên bi pêşengiya Rêxistina DBP’ê ya Wanê hatin ba hev êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên derbasî Tirkiyeyê bûne û ji vir êrîşan pêk tînin şermezar kirin. Li ser banga DBP’ê rêveberên DBP’ê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, TUYAD-DER, MEYA-DER, aktîvîstên DOKH’ê jî di nav de bi sedan kes kom bûn dirûşmên, “Bijî berxwedana Kobanê” “Qatil DAIŞ hevkar AKP” berz kirin. Li ser navê girseyê Alîkarê Hevserokê DBP’ê Fadil Bariştiran axivî û diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê bi agahiya dewleta Tirkiyeyê û li ser axa Tirkiyeyê li dijî Kobanê êrîş pêk anîne. Bariştiran bilêv kir ku çeteyên DAIŞ’ê 76 roj in li Kobanê li dijî gelê Kurd hewl didin qatlîamê pêk bînin, lê di encama berxwedana YPG û YPJ’ê de çeteyên DAIŞ’ê negihiştine armanca xwe.

Bariştiran anî ziman ku Tirkiye bi awayekî aşkera piştgiriyê didin çeteyên DAIŞ’ê û ev yek gelek caran hatiye piştrastikirin û bi plana Tirkiyeyê çeteyên DAIŞ’ê li Ofîsa Mehsûlên Erdê ya sînor e bi cih bûne. Bariştiran bibîr xist ku Waliyê Rihayê bi daxuyaniya xwe qebûl kiriye ku DAIŞ li axa wan e û xwest rayedarên dewletê li dijî çeteyan helwestê bigire.

Bariştiran herî dawî got, “Eger Kobanê bikeve ne pêvajoya çareseriyê dimîne, ne biratî. Gumana me di vê mijarê de ye. Divê îro bi hêzeke awerte li hember çeteyên DAIŞ mudaxele bê kirin.”

Piştî daxuyaniyê welatî ber bi avahiya DBP’ê ve meşiyan û di meşê de dirûşmên, “Bijî berxwedana YPG’ê” “Bijî berxwedana YPJ’ê” berz kirin. Welatiyan li ser rê BÎM û marketên A101 dan ber keviran. Meş li ber avahiya DBP’ê bi dawî bû."