‘Eger em berxwedanê mezin bikin û birêxistin bikin em ê bi ser bikevin’

Platforma Gelan û Baweriyan a Mezopotamyayê, berdewama pêngava ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir û got, "Eger em berxwedanê mezin bikin û birêxistin bikin wê demê serkeftin teqez e.”

Platforma Gel û Baweriyan a Mezopotamyayê bi daxuyaniyeke nivîskî pêngava ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin silav kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Li Tirkiyeyê ji bo ku Kurdistan bê statû bimîne û pirsgirêka Kurd çareser nebe, tecrîd, îzolasyon û qeyranên piralî tê jiyîn û tevî xizanî û birçîbûnê jî di şer de israrkirin heye. Beriya her tiştî em dixwazin diyar bikin ku heta pirsgirêka Kurd ku bi aliyên xwe ya siyasî, civakî, dîrokî û çandî ku bûye pirsgirêkeke herêmî û gerdûnî neyê çareserkirin, înkar, asîmîlasyon, komkujî û qirkirin wê dewam bikin. Li ser vê bingehê eger em berxwedanê mezin bikin û birêxistin bikin wê demê serkeftin teqez e. Bi taybetî eger em bi ruhê berxwedanê ya Adar,Nîsan û Gulanê nêzî pêvajoyê û pêngavê bibin, em ê serkeftinên mezintir bidest bixin.”

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyar kirin ku di mehên pêş de wê berxwedana li dijî faşîzmê bê mezinkirin û hate gotin ku divê tevahiya gelên Mezopotamya û Rojhilata Navîn xwedî li vê berxwedanê derkeve.