Eger dostê cemeetê nijadperestek be?

Eger dostê cemeetê nijadperestek be?

Almanya, gotinên wezîrê entegrasyonê yê Eyaleta Hessenê Jorg Uwe Hahn ku dostê cemeeta Gulen e, niqaş dike. Hahn ji bo serokê partiya xwe Rosler van gotinên anî ziman: "Heya kengê dê Almanya ji cigir serokwezîrekî Asyayî re tehamûlê bike?". Hahn, di sala derbasbûyî de çalakiya cemeetê ya bi navê "Olimpiyatên Çandî" organîze kiribû.

Li Almanyayê meha Nîsanê cara yekemîn saziyek naskirî û bi bandor a çapemeniyê rûyê rast ê Cemeeta Gulen aşkere kiribû. Der Spiegel ku yek ji saziyên bi bandor ên çapemeniya Alman e, derbarê cemeetê de cih dabû nûçeyek 4 rûpelî. Kovarê siyasetmedarên Alman ên ku têkiliya wan bi Cemeetê re pir xurt e wiha rêz kiribû:

Wezîrê Entegrasyonê û yê Dadê yê Eyaleta Hessen (endamê FDP) Jörg-Uwe Hahn, CDU’yiya seroka berê ya Meclîsa Federal Rita Süssmuth (şêwirmenda saziya FID a ku navenda wê li Berlînê ye û girêdayî cemeta Gulen e), parlementerê CDU'yî parlamenter Ruprecht Polenz, senator Ehrhart Körting ê ku demek dirêj berpirsyartiya karkerên Berlînê kir.

Desteka herî zêde Hahn dide cemeetê ku di heman demê de li Eyaleta Hessenê serokê Partiya Demokratên Azad (FDP) e. Herwiha ew organizatorê "Olimpiyatên Çandî" bû ku ev yek ji çalakiyên herî girîng ê cemeeta Gulen e. Çalakî meha Nîsanê li bajarê Frankfurtê hatibû lidar xistin. Berî çalakiyê Hahn çûbû Bursayê û di şeva çalakiyê de jî ji ber "Olimpiyatên Çandî" keyfxweşiya xwe anî bû ziman. Lê belê ev desteka wezîrê Alman ji aliyê saziyên koçber ve bibû sedema nerazibûnan.

Hahn ji doh ve ji ber gotinên xwe yên sosret ên derbarê serokê partiya xwe Philipp Rosler de anî ziman, di rojeva Almanyayê de. Hahn di ji rojnameya 'Frankfurter Neue Presse'yê re wiha qala serokê xwe yê ku eslê wî Vîetnamî ye, kir: "Ez dixwazim fêr bibim, heya kengê dê civaka Alman ji cigir serokwezîrekî ku rûyê wî dişibe Asyayiyan, tehemûl bike."

Ev gotinên Hahn ji aliyê partiyên muxelefetê ve bi aweyekî tund hatin şermezar kirin. SPD, Partiya Çep û Partiya Keskan vê bangê li Hahn kirin; "Yan lêborînê bixwaze, yan jî istîfa bike." Lê belê serokwezîra Alman Merkel diyar kir ku ev meselê ne hêjayî mezin kirinê û divê nekeve rojevê.

Li aliyê dî ji partiya FDP'ê jî gelek kes li dijî gotinên Hahn derdikevin û piştgiriyê didin serokê xwe Rosler. Serokê FDP'ê Rosler ku cigirê serokwezîr Merkel e, li Vietnamê hatibû dinê û hê zarok serbazekî Alman wî anî bû Almanyayê.