Egeland: Bi êrîşan re zexta koçkirinê li sivîlên Efrînê tê kirin

Jan Egeland ku şêwirmendiyê ji Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê ji bo Sûriyeyê Staffan de Mîstûra re dike, anî ziman ku êrîşên li ser Efrînê zextê li sivîlan dike ku koç bikin.

Jan Egeland ku şêwirmendiyê ji Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyeyê Staffan de Mîstûra re dike, piştî civîna Koma Destekê ji bo Sûriyeyê ya Navneteweyî ya li Ofîsa NY a Cenevreyê, daxuyanî da.

Egeland di beşeke axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û diyar kir ku bûyerên diqewimin rê li ber tirs û fikaran vedikin.

Egeland da xuyakirin ku li gorî raporên gihîştine ber destê wan, êrîşên tên kirin xeteriyeke mezin e ji bo mirovên li herêmê dijîn û zextê li sivîlan dikin ku dev ji cih û warên xwe berdin û koçber bibin.

Egeland işaret bi zor û zehmetiyên gihandina alîkariya însanî ji bo sivîlên li herêmên şer ên Sûriyeyê û bang li hêzên navneteweyî kir ku sivîlan biparêzin.