Efrîn û Rûsya -Analîz
Artêşa bi rêk û pêk, li herêmeke çiyayî ya mîna Efrînê nikare bi ser bikeve. Di ser re, eger ji qadên germ ên mîna Reqayê teqwiye bê...
Artêşa bi rêk û pêk, li herêmeke çiyayî ya mîna Efrînê nikare bi ser bikeve. Di ser re, eger ji qadên germ ên mîna Reqayê teqwiye bê...
Ji roja ku Efrîn ji rejîma Baasê hate rizgarkirin û weke Kantonê hate ragihandin û vir ve, Tirkiye hewl dide Efrînê bitepisîne. Car carna topan davêje navçe û gundên Efrînê. Di meha Hezîranê de artêşa Tirk tevî komên artêş azad ên pê re tevdigerin li Şehbayê êrîşî Efrînê kirin. YPG, YPJ, Ceyş El Siwar (Artêşa Şoreşgeran), Cephet El Ekrad bersiv dan. Artêşa Tirk hejmareke zêde ya çek, cebilxane û leşkerên xwe li ser sînor bi cih kir. Manşet û nûçeyên 'wê ji bejahî ve bikevin Efrînê, YPG'ê jê derxînin' da weşandin. Piştre artêşa Tirk ji rojavayê xeta Ezaz-Mare top avêt cih û warên Efrînê. Çavkaniyekî ji Efrînê, ku pê re axivîm (27 û 30'ê Hezîrana 2017'an) ji min re got, serkêşê hêzên êrîşî Efrînê dikin Ahrar El Şam, Tahrîr El Şam (El Nûsra) û Tûgaya Sûltan Mûrat e. Çavkanî bal kişand ser bandora Rûsyayê û anî ziman, ku HSD'ê prestîja rejîmê hejandiye û Rûsya dixwaze rejîmê xurt bike. Di meha Hezîranê de Tirkiyeyê ava Firatê qut kir. Çavkaniyekî din ê ji Rojava ragihand, ku li hin cihan av ji bîran tê derxistin, lê li cihên bi çemê Firatê ve girêdayî ne pirsgirêka av û elektrîkê heye û li hin cihan rojê tenê saetekê elektrîk dikare were dayin. Piştî ku Elmanyayê biryar dar balafirên xwe yên li dijî DAIŞ'ê ji Încîrlîkê vekişîne, pozîsyona Tirkiyeyê careke din bû mijare pirs û nîqaşê. Piştî ku eniyên cuda tevlî Meşa Edaletê bû, hikumet tengav bû bû. Ji Trûmp, sînyala li bendê bû negirt. Daxwaza Erdogan a ji bo lidarxistin mîtîng û civînan li Elmanyayê, ku wê ji bo civîna G-20'an biçe, hemû hatin redkirin. Jê tê xwestin ku li gorî cihê hatiye destnîşankirin biçe Hambûrgê û vegere. Bi dijwarbûna ambargoya li ser Qatarê re, ku tevlî Tirkiyeyê destekê dide Îhvanê, AKP kete rewşeke zor û zehmet. Yanî desthilatdarî pêwîstî bi destwerdaneke derve dibîne. Dema ku tirsa; Kanton wê bigihêjin Derya Spî tev da, hingî Efrîn weke hedef hate hilbijartin. Mifteya vê jî di destê Serokê Rûsyayê Pûtîn de bû.
MESELE NE KORÎDOREK BER BI ÎDLIBÊ VE YE
Binerin, di daxuyaniyên ji Rojava tên dayin de tê gotin, armanc vekirina korîdorekê di navbera Cerablûs-Şehbayê û Îdlibê de ye. Yek ji armancan ev e, lê meseleya esasî cuda ye. Xuya ye, Tirkiyeyê stratejiya xwe ya 'Girtina Efrînê bi destê artêşê û birêvebirina wê' revîze kiriye. Hewl dide Efrînê radestî bloka Rûsya-Baasê bike. Bi vî rengî dixwaze rewşeke welê bafirîne ku YPG-HSD ên li Tebqa û Reqayê bi pêş ve diçin, kantonan nikaribin bigihînin Derya Spî.
Bi vê hewldana çavtirsandina Efrînê re jê heye ku mesajekê dide referandûma Kurdistana Federe-Kerkûkê. Jê heye ku eger têkiliya navbera YPG û Rûsyayê bibire, wê karibe stratejiya xwe ya nû bimeşîne. Pûtîn jî dixwaze dînamîkên Rojava bi sînor bike û heta jê bê xeleka rejîma Baas berfireh bike. Rûsya hewl dide horsê Tirkiyeyê nîşan bide û bi vî rengî sîstema Esad bi Kurdan bide qebûlkirin. Rûsya bi fikar e ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) nêzî Lazkiye be. Tifaq Rûsya-Îranê dixwaze, bi destê Heşdî Şebî, ji Îranê heta Derya Spî ku digihêje Lubnanê xetekê ava bike. Rûsya dixwaze dînamîkên Rojava ji DYA dûr bixîne. Rûsya ku Baas û Îran daye dû xwe, ji Pêngava Xezeba Firatê ya ku di Mijdar 2016'an de bi 4 qonaxan dest pê kir, aciz bû. Nekarî pêşî lê bigire jî, qet nebe dixwest nehêle derbasî başûrê Firatê bibe. Lê belê bêyî girtina Tebqa ya li aliyê başûr, zehmet bû xwe bigihîne Reqayê û wê windahî jî zêde bibûya. Rûsya li Tebqayê bi ser neket û dema ji Reqayê jî daketin başûrê Firatê, hingî xwe çûyîna ber bi Dêra Zorê asteng bike. Wekî din, ji ber ku wê hevkêşeya NATO'yê serûbin bikira Rûsyayê di bazara S-400 a bi Tirkiyeyê re xwest ji qonaxa buha derbas bibe û îmzeyan bavêje. Pûtîn plan dikir ku derkeve ser keştiya ku lûleyên Xeta Gaza Xwezayî ya Herka Tirk bi cih bike û bi telefonê li Erdogan bigere. (23'ê Hezîrana 2017) Rûsya ya ku werîsê Enqereyê yê di destê xwe de geh dişidand geh jî sist dike, dema mijar bê ser dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirk ve wê destûr nede. Naxwe, eger tifaqa Artêşa Tirk-artêşa azad ji bo korîdorê bi bidestxistina Til Rifat, Harbul, Kafr Nasih, Kafr Naya û Ahrasê re bi pêş ve biçe, wê karibin li Nubul, Zahra, Rityanê bi hêzên rejîma Baas re şer bikin. Eger Rûsya destûra dagirkeriyê bide, wê hevsengî ewçend biheje, ku Rûsya wê nikaribe baregehên xwe yên li Lazkiye û Tartûsê, balafirgeha Baasê ya li Qamişloyê, baregeha Baasê ya li Dêra Zorê û Helebê biparêze. Tirsa herî mezin a di vê kaosê de, tinebûna Baregeha Hewayî ya Hmeymîm a li Lazkiyeyê û Baregeha Deryayî ya Rûs a li Tartûsê ye. Îsraîlê gelek caran balafir rakir û bombe li Sûriyeyê barand. Ji ber vê yekê Rûsyayê tenê li vê bomberdûmanê temaşe kir.
Wekî din, medya desthlatdariya AKP'ê manşetên pûç bavêjin jî, çavkanî dibêjin Rûsyayê hêzên xwe yên li biryargeha li Kafr Jana zêde kiriye. Efrîniyên ku ez berê bi wan re axivîm anîbûn ziman ku wan mewziyên xwe xurt kirine. Weke encam, artêşa azad ji xwe êrîşî Efrînê dike.
Artêşa Tirk bi hezaran leşkerî li ser sînor bi cih bke jî ji aliyê bejahî ve nikare bikeve Efrînê. Pûtîn ê ku Şoygû şand Enqereyê, wê pê li frenê bike. Artêşa Tirk-artêşa azad a li Şehbayê dibe ku hewl bide Til Rifat û Balafirgeha Minixê ya li başûrê Ezazê bi dest bixe. Artêşa bi rêk û pêk, li herêmeke çiyayî ya mîna Efrînê nikare bi ser bikeve. Di ser re, eger ji qadên germ ên mîna Reqayê teqwiye bê... Ya divê were kirin, di polîtîkaya derve de vekirina 'Tabula Rasa' ye. Polîtîkaya derve ya AKP'ê di destê hêzên global de veguheriye pêlîstokê û bûye bêjin. Nehatiye dîtin ku av di bêjinê de sekiniye.
ÇAVKANÎ: ROJNAMEYA OZGURLUKÇU DEMOKRASÎ