‘Efrîn bi berxwedana li Kurdistan bilind dibe wê serkeve’

Hevserokê KONGREYA GEL Remzî Kartal ê di civîna gel a Zurihê de axivî, bal kişand ku vekişîna YPG/YPJ’ê ya ji Efrînê ne di encama lihevkirinekê de pêk hatiye û got: “Wê niha Efrîn bi berxwedana li çar parçeyên Kurdistanê bilind bibe, serkeve.”

Platforma Berxwedana Rojava Efrîn, li bajarê Zurîh ê Swîsreyê têkildarî bûyer û pêvajoyên demê dawî yên siyasî civîna gel pêk anîn. Di civînê de li gel Hevsrokê KONGRA GEL Remzî Kartal û Tevgera Jinên Kurd ên Swîsre bi sedan Kurdistanî û dostên wan tevlî bûn. Di salona civînê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên KCK’ê hatin daliqandin. Civîn bi deqeyek rêzgirtina giyanê şehîdan ve destpê kir.

Di civînê de li ser navê platformê Cansû Akkaya axivî û Akkaya wiha got: “Berxwedana Efrînê çawa em rakirin ser lingan, heman demê dilê me jî şewitand.”

Hevserokê NCDK-S Metîn Mintaş jî axivî û bal kişand ser berxwedana şoreşa Rojava û anî ziman ku divê Kurdistaniyên li Ewropa û çar parçeyên Kurdistanê berxwedanê bilind bike.

 ‘LI EFRÎNÊ BERXWEDANA DÎROKÎ DOM DIKE’

Pişt re jî Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal axivî û kesên di têkoşîna azadiyê de şehîd bûne bibîr anî û got: “Di kesayeta Efrînê de em Sûriyeyê digirin dest. Ya rast li Sûriyeyê Rûsya, Tirkiye, DYA û rejîm şerê desthilatdariyê dike. Hêz ji bo zextê li hev bikin Kurdan bi kar tînin. Siyaseta li Rojava tê kirin kir ku Efrîn bibe mijara bazarê. Rûsya ev ji bo xwe weke fersend dît. Rûsya û hêzên rejîmê Efrîn ji bo Tirkan berda. Çi dibe bila bibe erka dikeve ser milê me berxwedan e. Li Rojava berxwedaneke mezin heye. Li dijî dijmin, çi zarok, çi kal û jin hemû gelê me li Efrînê berxwedaneke dîrokî dinivîsînin.”

‘ŞERVANAN LI EFRÎNÊ PÊNGAVEKE STRATEJÎK YA LEŞKERÎ PÊK ANÎ’

Kartal diyar kir ku gerîla li Efrînê pêngaveke staratejîk ya leşkerî pêk anî û wiha got; “Li Efrînê hemû dewlet li dijî berxwedaniya 58 rojan bêdeng man. Li dijî berxwedana gel hemû cîhanê çavê xwe girt. Lê xuya dike ku hemû dewlet bi tolerans nêzî dewleta Tirk bûn. Dema ku ev rastî hate dîtin ger şervanan ger berxwedan dom kirîban wê gelek windahî bihata dayîn. Dewleta Tirk dixwest bi êrîşên hewayî bombe bike û windahiyên mezin çêbike. Ji bo vê jî şervanan li Efrînê pêngaveke stratejîk ya leşkerî pêk anî. Berxwedana gel û şervanan didome. Divê hemû gelê Kurd û dostên wan vêya wiha bizane û agirê berxwedanê geştir bikin.”

‘EM Ê BERXWEDANA LI KURDISTANÊ QEZENÇ BIKIN’

Katal wiha domand; “Li Rojava destkeftiyên me yên girîng çêbûn. Şoreş zehmete lê ne bêçareye. Bi sed salane yên bi hêz xeztan li kesên bindest dike.Vekişîn pêk hat lê ev ji bo raya giştî di carekê de pêk hat. Em jî tiştekê dizanin Rêbertî ji bo Rojava gotibû ‘Rojava xeta me ya sor e’. Ji bo vê jî ti kesê Efrîn ne kir mijara bazarê û ne hişt. Gelê Efrînê tevî êrîşên çeteyan paşve venekişiya. Divê gelê me yê li Ewropa vê berxwedanê bi piştgiriyek mezintir bidin û bihêztir bikin. Efrîn wê bi bilindkirina berxwedana li her çar parçeyên Kurdistanê serkeve.

‘ÎSAL SALA QEDERÊ YE’

Kartal bûyerên li Bakurê Kurdistanê jî nirxand û wiha got; “Dewleta Tirk a faşîst destûr neda ti hêzên mûxalîf dakeve qadan û di pêvajoya pêşiya me bi çalakiyên gerîla û gelê me wê li dilê faşîzmê were xistin. Li Tirkiyeyê krîzeke aborî ya cidî heye. Bi bûyerên li Rojava û Başûrê Kurdistanê re wê aborî hê bêhtir bin bikeve. Li Ewropa hêzeke me ya girîng heye. Li aliyê din dosten me jî hene. Li Tirkiyeyê aborî yek ji lingê herî girîng yê faşîzmê ye. Em di pêvajoyeke zehmet de ne. Erdogan şerê man û nemanê dide. Em jî bi baweriya hêza xwe û gelê xwe em ê şer bikin. Ji ber ku sala 2018’an sala diyarkirina qederê ye. Di vê em vê pêvajoyê ji hemû kesê re vegotin bikin. Rêjeya qezençkirina me gelek bilinde.”

Piştî axaftinan civîn bi pirs-bersîvan didome.