Efendî ji Erdogan re got: Destê xwe ji Kobanê vekişîn
Efendî ji Erdogan re got: Destê xwe ji Kobanê vekişîn
Efendî ji Erdogan re got: Destê xwe ji Kobanê vekişîn
Seroka Meclîsa Gel a Kobanê Eyşê Efendî diyar kir ku berxwedana Kobanê ji aliyê hemû gelên cîhanê ve hat dîtin ku dema gel bên cem hev çawa têkoşîn tê dayîn û got ku ev ruhê berxwedanê ji ruhê Apocîtiyê tê. Efendî da zanîn ku bi felsefeya Apocitiyê ev têkoşîn derketiye holê. Efendî bang li Serokkomar Erdogan kir ku destê xwe ji wan bikişîne.
Di 5’emîn Desteya Giştî ya HDK’ê de piştî axaftinên berdevkê HDK’ê Ertugrul Kurkçû û Sebahat Tuncel, Serokê Meclîsa Gel a Kobanê Eyşê Efendî axaftinek kir. Efendî derket ser kursî û demek dirêj li ser piyan çepik jêre hatin lêdan. Efendî şehîdên Kobanê û Seyîd Riza bibîr anî.
Efendî da zanîn ku berxwedana Kobanê û gelan gelek tişt nîşanê cîhanê daye û got ku ev berxwedan ji ruhê Apocîtî tê.
SEBRA ME NEMA
Efendî got ku bi felseya Apocîtiyê ev têkoşîn pêş xistine û wiha berdewam kir: “Berxwedana Kobanê ev du meh e didome. Bi giştî dewlet karê parastinê bi hêza xwe ya leşkerî dike. Em kesên li wir têkoşînê dimeşînin hem parêzvan, hem xwendekar û hem jî siyasetmedar in. Bi dîplomasiyê jî em vê têkoşînê dimeşînin. Em jinên li wir jî bi bedenên xwe têdikoşin. Me her tim destê xwe yê aştiyê dirêjî wan kir. Me destê xwe dirêjî dayikên çavsorên çeteyên DAIŞ’ê jî kir. Em bang li Erdogan dikin, sebra me nema. Em di her astê de ji bo têkoşînê amade ne. Em wek şehîd Arîn û Kaderê bedena xwe dikin enî. Lê em ê destê xwe yê aştiyê jî dirêj bikin."
EDOGAN DESTÊ XWE JI SER ME BIKIŞÎNE
Efendî bang li Erdogan jî kir û got: “Destê xwe ji xwîna zarokên me bikişîne. Destê xwe ji ser me bikişîne.
Efendî hezkiriyên aştiyê û dostên Kurdan slav kir û got: “Ji bo aştî pêk bê derfetek mezin heye. Rewşa li rojava derketiye holê ku ji bo yekîtiya neteweyî girîng e. Kurd bi hev re li dijî DAIŞ’ê têdikoşin. Ev serkeftin e. Ev serkeftin xeyalê Seyîd Riza û mezinên Kurdan bû. Rojava bû wesîleya vê. Gel li ber xwe didin. Ez berxwedêran silav dikim.”