‘Edalet tune, divê em xwe biparêzin’

Li Tirkiyeyê her roja diçe kuştina jinan zêde dibe. Jinan gotin; “Li Tirkiyeyê edalet tune ye, divê em xwe biparêzin.”

Li Tirkiyeyê hejmara jinên tên kuştin her ku diçe zêde dibe. Hefteya derbsbûyî di nava 24 saetan de li Baybûrt, Kocaelî û Stenbolê 3 jin ji aliyê hevjîn yan jî zilamên ku nas dikirin ve hatin kuştin.

Li gorî agahiyên ‘Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin’ di meha Mijdarê de 39 jin ji aliyê zilaman ve hatine kuştin.

Li Bahçelievler a Stenbolê li taxa herî qerebalix Şirînevler me sedemê zêdebûna kuştina jinan ji zilman û jinan pirsî.

GEL ÇI DIFIKIRE?

Nêrînên xelkê li Şirînevlerê wiha ne;

“Pêkanînên pêwîst nayê stendin. Di civakê de pirsgirêkên pîskolojî û rûhî hene.”

“Mirov gelek xirab bûne.”

“Eger ceza hê meztir bibe, dadgeh yekser ne berde dikare pêşî lê were girtin. Dibe dema pêş bi serê min jî were.”

“Heta ku edalete nebe em ê her roj bimirin.”

“Li Tirkiyeyê dadgeh heye? Zilamek çi bibêje ew e. Li Tirkiyeyê edalet tune ye.”

“Hejarî, bê karî tundiya li jinê tînê. Tundî li me hemûyan hate kirin. Em hê jî dibînin.”