Edalet dê bi rûbirûbûnê bê
Edalet dê bi rûbirûbûnê bê
Edalet dê bi rûbirûbûnê bê
"20 saet piştî komkujiya Roboskî ya 28'ê Kanûna 2011'an Serokwezîr Erdogan bi xwe spasiyên xwe pêşkêşî Serokê Fermandariya Giştî Necdet Ozel kir. Heman Serokwezîr got dê Roboskî li dehlîzên meclîsê winda nebe. Lê belê komkujî li dehlîzên tarî yên Enqereyê hat veşartin. Eger kiryarên rastî yên komkujiya Roboskî derkevin holê, ne serokwezîr, ne hikûmeta AKP ne jî Serokê Fermandariya Giştî dikarin bimînin. Dê hemû bên darizandin."
Xwediyê van gotinan Ferhat Encu ye ku li gel birayê xwe Serhat Encu yê 17 salî, 34 xizmên xwe winda kir. Ferhat Encu weke vexwendiyê Meclîsa Aştiyê hat Stenbolê û ji ANF'ê re behsa edaleta ev du sal in nayê, kir. Encu diyar kir ku ji Roboskî heta Geverê hikûmet û dewleta paralel li hemberî Kurdan hiqûqeke dijminane dimeşîne û got, "Bi hikûmeteke ku bi Roboskî re rûbirû nabe re, aştî ne pêkane."
HAT DÎTIN KA KÎ MIŞEXTVAN E
Di ser komkujiya Roboskî re 2 sal derbas bûn, lê belê ji bo pêhatina edaletê gavek bi tenê jî nehat avêtin. Berevajî jê re qeza hat gotin û hewl hat dayîn ser wê bê nixumandin. Di vê mijarê de hûnê çi bêjin?
Ya rast ev yek cihê bidawîbûna gotinê ye. Ev du sal in her tiştê ku bê bîra we, me ji hikûmeta AKP'ê re gotin. Lê belê yên ku duh me bi mişextvaniyê (qaçaxçitiyê) tewanbar dikirin, bi operasyona bertîl û nelirêtiyê re dîtin ka kî mişextvanê rastî ye. Yên ku ji me re gotin mişextvan in û bombe li ser me barandin, ji bo parastina kurên xwe yên welat şelandine, her tişt her der seferber kirin. Hikûmeta AKP'ê ya bi îdîaya maf û edaletê ket ser rê, di rewşa heyî de ketiye rewşeke ku maf, edalet û hiqûqê talan dike, bacên gel didize û di ser mirovên mexdûrên vî welatî rantê bi dest dixe. Bi vî rengî careke din îspat bû ku maf, hiqûq û edalet bi tenê bi gotinê nayê, ji bo pêkhatina vê beriya her tiştî pêwistî bi dagirtina hundirê wê heye. Ev du sal in em ji bo maf, hiqûq û edaletê têdikoş in. 20 saet piştî komkujiya Roboskî ya 28'ê Kanûna 2011'an Serokwezîr Erdogan bi xwe spasiyên xwe pêşkêşî Serokê Fermandariya Giştî Necdet Ozel kir. Heman Serokwezîr got dê Roboskî li dehlîzên meclîsê winda nebe. Lê belê komkujî li dehlîzên tarî yên Enqereyê hat veşartin. Û mixabin ji bo aşkerakirina kiryarên komkujiyê gaveke biçûk jî nehatiye avêtin. Berevajî vê, êrîşî malbatên Roboskî û mirovên doza mafan dikin, kirin.
MALBAT TÊN CEZAKIRIN
Çawa êrîş kirin?
Em rastî êrîşa hem fîzîkî hem jî devkî hatin. Kengî me doza maf, hiqûq û edaletê kir, dewletê bi êrîşan bersiv da ma. Gaz avêt ser me, ava şid berda me. Bi sedema ku me li ser sînor merasîma bîranînê lidar xistin, 50 hezar TL cezayê pere li me hat birîn. Bi hinceta 'me herêma ewlekariyê binpê kirine' em bi daxwaza cezayê 7 salan tên darizandin. Ev rewşeke bê qebûlkirin nîne. TUyê 34 mirovan qetil bike û mîna ku tiştek nebûye tevbigere; di ser re jî tuyê rabe pêşî li malbat û mirovên ji bo maf û edaletê têdikoş in, bigire, der heqê wande lêpirsînên edlî veke û dest lê werde. Hikûmeta AKP di şûna çareserkirina mexdûriyeta me de hîn bêtir êrîşî me kir.
Ev hemû bûyer û rûdanên qewimîn, di têkoşîna we ya edaletê de hêviyên we qels kirin?
Ji xwe bi jiyana xwe em hîn bûn ku li vî welatî edalet ji aliyê dewletê ve nayê dayîn. Eger hebe edaletek; ew jî bi têkoşînê dikare were bidestxistin. Her çend car caran em bê hêvî dibin jî, ti carî niyeteke me ya vegera ji vê têkoşînê nîne. Li her platforma ku mafê axaftinê ji me re tê dayîn de em dibêjin; heta ev komkujî neyê çareserkirin li vî welatî aştiyek pêk nayê, aştiya were çêkirin jî dê nebe aştiyeke zexm, dê binê wê vala be. Ji hikûmeteke bi Roboskî re rûbirû nemîne, çareserî û edalet nayê hêvîkirin. Lewma ji bo me edalet, ancax bi rûbirûbûna bi Roboskî û komkujiyên din re dikare were.
LI HEMBERÎ KURDAN HIQÛQA DIJMIN TÊ MEŞANDIN
Bi dîtina we, raya giştî nerazîbûna pêwîst li dijî komkujiya Roboskî nîşan da?
Nexêr. Li hemberî komkujiyeke ewçend zelal û bi plan hatiye kirin, ez li bendê bûm ku raya giştî nerazîbûneke mezintir nîşan bide. Ne raya giştî ne jî medyayê ev nerazîbûn karî nîşan bidin. Ji şîrovekarên derdikevin bernameyên televîzyonan heta rojnamevanên li medya navendî pirsên 'ev komkujî çima hat kirin, berpirsyar kî ne' bêbersiv hiştin. Dema ev kirin jî di heman demê de hewl dan li nava raya giştî hem komkujiyê bide jibîrkirin hem jî hovîtiya hatiye jiyîn asayî bikin.
Di dema berxwedana parka Gezî de piştî qetilkirina ciwanê bi navê Medenî Yildirim li Licê, li welêt nerazîbûneke mezin xwe da der. Vê yekê hêviyên we zêde kir?
Her çend hêvî da me jî, lê bi dîtina min zîhniyet neguheriye. Sedema herî girîng a vê nêrîna min jî, bêdengiya piştî qetilkirina sê kesan li Geverê ye. Ev 2.5 sal in dewletê ji bo çareserkirina pirsgirêkên erdhejzedeyên Wanê ti gaveke biçûk neavêtiye. Zarok li wê derê diqefilin, jiyana xwe ji dest didin û tevahiya welat jî li vê temaşe dike. Li aliyê din Serokwezîrekî kuk bi hêrseke mezin li dijî dîwarê dewleta Îsraîlê yê li Şerîa Rojava derdikeve, dîwarê Berlînê weke dîwarê şermê binav dike, hewl dide di navbera Rojava û Nisêbînê de heman dîwarê şermê lê bike. Dîsa nerazîbûna pêwîst li dijî vê nayê nîşandan.
Hûn vê cotstandartiya hikûmetê bi çi ve girê didin?
Bi dîtina min hikûmet li dijî Kurdan hiqûqeke dijminan dimeşîne. Li hemberî Kurdan hiqûqeke taybet di meriyetê de ye. Mînaka herî berçav, li gel biryara Dadgeha Destûra Bingehîn jî li hemberî parlamenterên BDP'ê yên girtî hiqûqeke cuda tê meşandin. Ev yek bi tenê jî nîşan dide ka li hemberî Kurdan nêzîkatiyeke çawa tê nîşandan.
TI HÊZ NIKARE XWE LI PÊŞ TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YA KURDAN BIGIRE
Di vê rewşê de gelo hikûmeta AKP di çareseriya pirsgirêka Kurd de ji dil e?
Di vê mijarê de ez ne ji hikûmeta vê gavê dewletê bi vê dibe, ne jî cemaeta bi navê dewleta paralel tê binavkirin, bawer nakim. Ji ber ku nêrîna herdu dewletan a li Kurdan li pêş çavan e. Min berî niha jî got; her du jî li hemberî Kurdan hiqûqa dijminan bikar tîne. Heta ku komkujiyek mîna Roboskî ya zelal li naverastê be û dest li berpirsyaran neyê dayîn, gelo dê çawa aştî pêk were. Bi hikûmeteke bi Roboskî re rûbirû nemîne, aştî nabe. Eger mafê perwerdeya bi zimanê dayikê ku mafê herî xwezayî ye nayê dayîn, hingî wê çawa li vî welatî aştî pêk were. Ji xwe vê dewletê ji ber hewesa xwe neket nava vê pêvajoya aştiyê, di encama têkoşîn û berdêlên mezin ên tevgera Kurd de hat vê radeyê. Kes nikare pêşî li azadiya Kurdan bigire. Hikûmet jî vê dizane. Ji ber vê yekê êdî kes nikare bendê deyne pêşiya vê.
Şoreşa Rojava mînaka herî berçav a vê ye. Şoreşa Rojava serîrakirina gelê Kurd a li hemberî hemû zîhniyetên qirêj e. Hikumeta ku vê hevsengiya nû ya Rojhilata Navîn dibîne, polîtîkayekê dimeşîne ku têkoşîna azadiyê ya Kurdan daxîne asta herî kêm. Lê êdî Kurd ne Kurdên berê ne. Êdî kes nikare xwe li pêş têkoşîna azadiyê ya Kurdan bigire. Dê sedî sed rojekê gelê Kurd jî mîna gelên din azad bibe. Bêguman ji bo sabotekirina vê hem hikûmet hem jî dewleta paralel dê çi ji dest bê, bike. Lê ev yek jî heta derekê ye."
Herî dawî tiştekî hûn dixwazin bêjin heye?
Eger kiryarên rastî yên komkujiya Roboskî derkevin holê, ne serokwezîr, ne hikûmeta AKP ne jî Serokê Giştî yê Artêşê dê bimînin. Hemû dê werin darizandin.