Ebrû Tîmtîk bi cubeyê parêzeriyê spartin axê
Parêzer Ebrû Tîmtîk a ji bo darezîneke bi adilane di roja 238’an a rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da bi cubeyê parêzeriyê ve spartin axê.
Parêzer Ebrû Tîmtîk a ji bo darezîneke bi adilane di roja 238’an a rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da bi cubeyê parêzeriyê ve spartin axê.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Gel (HHB) Ebrû Tîmtîk (42) ji bo darezandineke bi adil di roja 238’an a rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê malbat, hevpîşe, parlementer, heskiriyan ve spartin axê.
Cenazeyê Tîmtîk a ji Saziya Tiba Edlî (ATK) hate revandin û birin Mala Cemê ya Gazî jî terora dewletê dom kir. Polîsên ku Mala Cemê û derdorî wê dorpêç kirin, şewb kir hincet rê neda ku xizm û kesên tevlî merasîma cenazeyê Tîmtîk bibin. Tevî van pêkanînên kêfî jî gel bi dirûşman ber bi mala cemê meşiyan. Rojnamevan bi şertê ku wênekêş û kamereyên xwe negirin rê hate dayîn tevlî merasîmê bibin, parlementerên HDP’ê Mûsa Pîrgolû, Dilşat Canbaz Kaya û parlementerê serbixwe Ahmet Şik û gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk amade bûn.
SOZA MEZINKIRIN TÊKOŞÎNÊ HATE DAYÎN
Darbesta Tîmtîk bi cubeyê parêzeriyê û qurnefîlan hate xemilandin, ji aliyê jinan ve hate hilgirtin û birin qada merasîmê. Di merasîmê de ku li gorî çanda Elewîtiyê bi dûa û deyîşan hate kirin, parêzeran soza da mezinkirina têkoşîna Ebrû Tîmtîk da û gotin ku wê xeyalên avakirina wê bicih bînin.
Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehînên şoreşê û şûnde endamên Gurp Yorûmê stranên ku Tîmtîk jê hes dikin gotin. Di merasîmê de tim dirûşmên ‘Parêzerên Şoreşger bê mirin’, ‘Ebrû Tîmtîk nemire’ û ‘Deweleta qatil wê hesab bide’ qîrkirin. Piştre jî darbesta Tîmtîk jinan hilda ser milan û xistin wesayîta cenaze.
POLÎSNA BI BOMBEYÊN GAZÊ ÊRÎŞ KIR: 6 KES DESTGÎRKIRIN
Polîsan êrîş bir ser girseya ku xwestin ji Mala Cemê ya Gazî ber bi Goristana Gaziyê bimeşin kir. Li gelek parêzeran hate xistin, polîsan bi wesayîtên zirxî gaz li gel reşandin. Gel tevî hemû êrîşan ber bi goristanê meşiyan, cenzeyê Ebrû Tîmtîk bi cubeyê parêzeriyê spartin axê. Li ser goristanê ku stran û lorîn hatin qîrkirin peyama ‘Parêzerên şoreşger wê teslîm nebin’ hate dayîn.
YEKAN E DAXWAZ DAREZÎNEK BI ADIL BÛ
Gel ê piştî goristanê bi meşê ber bi taxê ketin rê polîsan cardin êrîşî wan kir. Muwekîla Ebrû Tîmtîk Eser Çelîk jî di nav de 6 kes destgîr kirin.
Parêzer Ebrû Tîmtîk tevî rapora ATK’ê ya ‘nikare li girtîgehê bimîne’ jî nehate berdan. Tîmtîk a bi zorê rakirin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Sadsî Konûk a Bakirkoy ku mehekê lê ma ku di nava şertên girtîgehê zehmetir bû, yekane daxwaza wê darezîneke bi adil bû.