Ebrû Gunay: Di sala 2021'ê de em ê bi ser bikevin

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay destnîşan kir ku wan biryar dane, sala 2021'ê bikin sala têkoşîna li dijî desthilatdariya AKP-MHP'ê. Gunay bal kişand ser hêrsa civakê û diyar kir ku wê civakê teqez bikin desthilatdar.

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li navenda giştî ya partiya xwe civîneke çapemeniyê li dar xist.

Gunay bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li 120 girtîgehan ku ji 27'ê Mijdara 2020'î ve li dijî tecrîdê tê meşandin û bi bîr xist ku çalakiyê 57 roj li pey xwe hiştiye.

'TECRÎD SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE'

Gunay got, "Sîsema tecrîdê, li dijî qedexeya li ser êşkenceyê bi rêk û pêk li girîgehên Tirkiyeyê bi taybetî jî li girtîgeha Îmraliyê tê meşandin û ev yek sûcê li dijî mirovahiyê ye."

Gunay bi bîr xist, ku di serî de Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT), gelek saziyên navneteweyî bi belgeyan nîşan dane ku tecrîd tê ferzkirin û ji bo destberdana ji vê pêkanînê bang li desthilatdariyê kirine.

Gunay got, "Lê belê desthilatdarî berevajî destberdana ji vê polîtîkayê, sîstema tecrîdê li tevahiya welêt belav kiriye. Li dijî tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê beriya niha jî grevên birçîbûnê hatibûn kirin û di encamê de hevdîtina bi malbatê û parêzeran hatibû kirin, lê belê ji 7'ê Tebaxa 2019'an ve qedexeya hevdîtinê ji nû ve ketiye dewrê. Ev yek li dijî Pîvanên Mandela yên Neteweyên Yekbûyî, li dijî pêşniyarên CPT'î û li hemberî Qanûna Înfazê ya bi hejmara 5275'an e."

Ebrû Gunay bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan û destnîşan kir ku daxwazên girtiyan ên ji bo bidawîkirina van kiriyaran rewa ne, hiqûqî ne û daxwazên demokratîk in.

Gunay têkildarî mijarê got, "Bi navê hDP'ê em careke din dubare dikin ku jiyana mirovan ji bo me gelekî hêja ye û em bang li raya giştî ya demokratîk dikin ku li dijî her cûre helwestên ku jiyana girtiyan dixe nava metirsiyê helwestê nîşan bide."

'BENDEWARIYA ME YA JI BAŞÛR Û IRAQÊ...'

Ebrû Gunay di dewama axaftina xwe de bal kişand ser serdana Wezîrê Parastina Millî ya Tirkiyeyê Hûlûsî Akar a ji bo Iraqê û got, "Salên dawî kengî rayedarekî desthilatdariya AKP'ê serdana Iraqê bike, piştre polîtîkayên şer dikevin dewrê û xwîn tê rijandin. Bi navê HDP'ê em ne li dij in ku Rêveberiya Herêmî ya Kurd a li Iraqê û Hikumeta Navendî ya Iraqê bi Tirkiyeyê re dîplomasiyê bikin. Em hêvîdar in ku ev têkilî li ser bingeha demokratîk bê kirin. Lê belê bendewariya me hem ji Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê ya Iraqê û hem jî ji Hikumeta Navendî ya Iraqê ew e ku zext û ferza AKP'ê ya 'dijminatiya li Kurdan' qebûl nekin. Senaryoya şerekî navxweyî ne tenê zerarê dide yekîtiya nava Kurdan di heman demê de wê bandoreke neyînî li paşeroja gelên Rojhilata Navîn hemûyan bike."

'DI SALA 2021'Ê DE EM Ê BI SER BIKEVIN'

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay bi bîr xist ku meha Kanûnê ya derbasbûyî, organên cuda yên partiya wan li ser plansaziya sala 2021'ê nîqaş kirin û di vê çarçoveyê de 6'ê Çileyê civîna Hevserokên Bajaran û di 10'ê Çileyê de jî civîna Meclîsa Partiyê hate lidarxistin.

Gunay anî ziman ku wan li hemû herêman civînên herêman ên xweser jî nirxandine û got, "Di encama nîqaşên berfireh de yên li civînan hatin kirin, hate dîtin ku sala 2021'ê wê ji bo me bibe sala avakirinê, sala têkbirina êrişên faşîzma AKP-MHP'ê û mezinkirina rêxistinbûna xwe. Em zanin ku rejîma Qesrê ji bo vê rewşa xitimandî dewam bike, hîn bêhtir wê êrişî me bike. Ji xwe me di meha destpêkê ya sala 2021'ê de bi êriş û destgîrkirina endamên partiya me, ev rastî dît. Di civînên xwe de me biryar dan ku sala 2021'ê bikin sala têkoşînê ya li dijî desthilatdariya AKP-MHP'ê. Bêguman detayên vê wê bi raya giştî re bên parvekirin. Çawa ku desthilatdariya AKP-MHP'ê li dijî bindestan zilmê didomîne em ê jî heta wekhevî, edalet û azadiyê têkoşîna xwe dewam bikin. Em ê bi ser bikevin û roja serketinê jî ne dûr e. Ya girîng ew e ku em mil bidin hev û têbikoşin."