Ebadî û Erdogan li hev civiyan
Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî û Serokkomarê Tirkiyeyê R. Tayyîp Erdogan li hev civiyan.
Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî û Serokkomarê Tirkiyeyê R. Tayyîp Erdogan li hev civiyan.
Piştî hevdîtinê daxuyaniyeke hevpar a çapemeniyê hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li ser Mûsil û Kerkûkê hatiye sekinandin. Erdogan diyar kir ku ji bo aramî û aştiya li herêmê gavên pêwist ew ê biavêjin.
Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî jî diyar kir ku ew ji bo berjewendiyên herdu welatan hatine ba hev.
Ebadî got ku, “Parçeyeke polîtîkaya me têkoşîna li dijî terorê ye. Hemd ji Xwedê re em DAIŞ’ê têk dibin. Li hemberî DAIŞ’ê em bi ser ketin” û îddîa kir ku hedefa referandûma li Başûrê Kurdistanê, parçekirina axa Iraqê ye.
Ebadî piştî vê hevdîtinê, ji bo hevdîtina bi Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim çû Koşka Çankayayê.