Ebadî fermana 'rawestandina operasyonan' da
Serokwezîrê Iraqê Ebadî ferman da, ku operasyonên li Başûrê Kurdistanê ji bo 24 saetan bên rawestandin.
Serokwezîrê Iraqê Ebadî ferman da, ku operasyonên li Başûrê Kurdistanê ji bo 24 saetan bên rawestandin.
Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî ferman da, ku ji bo radestkirina deriyên sînor ên li Başûrê Kurdistanê, operasyonên leşkerî ji bo 24 saetan bên sekinandin.
Ofîsa Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî ragihand, ku ji bo hêzên federal ên Iraqê li hemû herêmên cihê nîqaşê, deriyê sînor ê Fişhabûr (Sêmalka) û hemû deriyên din ên sînor bêyî şer biqewime û xwîn birije werin bicihkirin, Serokwezîr Ebadî ferman da ku operasyonên leşkerî ji bo 24 saetan bên sekinandin.