Ebadî: Em ê referandûma serxwebûnê nas nekin
Serokwezîrê Iraqê Haydar el-Ebadî got, "Referandûma li Herêma Kurdistanê qanûnî nîne û em ê wê nas nekin."
Serokwezîrê Iraqê Haydar el-Ebadî got, "Referandûma li Herêma Kurdistanê qanûnî nîne û em ê wê nas nekin."
Serokwezîrê Iraqê Haydar el-Ebadî, di civîna çapemeniyê ya heftane de ku li Bexdayê pêk anî, li ser referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistana Federe axivî.
Serokwezîrê Iraqê Ebadî got, "Em hurmetê nîşanî daxwaza gelê Kurd û hemû gelên Iraqê didin. Lê belê di destûra bingehîn de erka pêkanîna refearndûmê û cihêbûna bi yek alî, nîne. Referandûma li Herêma Kurdistanê qanûnî nîne û em ê nas nekin."
Ebadî îdîa kir ku di nava rêveberiya Herêma Kurdistana Federe de krîzeke cidî heye û wiha dewam kir: "Ez wan di vî warî de (referandûm) hişyar dikim. Xeteriyên ji ber vê (referandûm) derkevin holê, wê bandorê li me hemûyan bike. Em banga diyalogê li her kesî dikin. Ez bawerim ku gelê Kurdistanê jî ji bo referandûmê nalezîne."
Li ser vê helwesta Ebadî hê ji aliyê Başûrê Kurdistanê ve ti daxuyanî nehatiye dayin.