Polîsan derdora Şaredariya Akdenîzê bi bendan girtin: Ev telaşa çi ye?

Li navçeya Akdenîz a Mêrsînê li derdora avahiya xizmetê ya Şaredariya AKP'ê  polîsan bi bendan girtin. Endamê Meclîsa Şaredariyê ya DEM Partiyê Ozgur Çaglar bi gotina; “Ev telaşa çi ye?” bertek nîşan da.

Ji hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê du roj mane, polîsan derdora avahiya xizmetê ya şaredariyê bi bendan girtin.

Li ser daxwaza Gultak, polîsan ji ber sedemek nediyar derdora şaredariyê bi bendan girtin.

Hate hînbûn ku xebatkarên şaredariyê danê sibehê hatin astengkirin û demekê nehiştin ew têkevin avahiyê.

Hat diyarkirin ku piştî xebatkar ketin hundirê avahiyê, vê carê di saetên kar de destûr nedan ku xebatkar derkevin derve.

Endamê Meclîsa Şaredariya Akdenîzê yê DEM Partiyê Ozgur Çaglar li ser medyaya civakî bertekên tund nîşanî vê rewşê da.

Ozgur Çaglar di parvekirina xwe de wiha got: “Hûn ji ber kîjan belgeyên gendeliyê û ewraqan direvin? Birêz Gultak ev telaşa çi ye? Ti operasyonên paqijiyê nikarin tiştên ku we kirine paqij bikin."