DYE xwe li çekên kîmyewî girt!

DYE xwe li çekên kîmyewî girt!

Wezîrê Karên Derve yê DYE John Kerry da xuyakirin ku li pişt êrîşa kîmyewî ya li Şamê Beşar Esad heye û nîşaneya operasyoneke leşkerî ya li dijî Sûriyê da. Beriya aşkerabûna encamên lêkolîna çavdêrên NY'yî, dayina daxuyaniyeke bi vî rengî weke biryardayîna DYE, Îngilîstan û Fransayê ya ji bo operasyoneke leşkerî, tê dîtin.

Wezîr Kerry di daxuyaniya xwe de ji bo êrîşa mijara gotinê ya ku tê de zêdeyî 300 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran mirov birîndar bûn rejîma Sûriyê nîşan da û got, "Em dizanin ku rejîma Sûriyê van çekên kîmyewî hînê radigire. Em dizanin ku rejîma Sûriyê xwedî wê hêzê ye ku vê yekê bi rokêtan bike. Em dizanin ku rejîm bi biryar e ku ji herêmên behsa wan tê kirin, mûxalîfan xalî bike. Û em hemû bi çavên xwe bûn şahidên bûyerê."

Kerryê da xuyakirin ku bi lêkolîna Neteweyên Yekbûyî re wê eşkere bibe ka çeka kîmyewî hatiye bikaranîn an na, eşkere nabe ku kê bikaraniye û anî ziman ku li ser navê cîhanê ev biryar zelal û vekirî ye. Kerry got, "Ji bo lêkolînkirina herêma mijara gotinê, rejîma Sûriyê 5 rojan destûra çûyînê neda heteya Neteweyên Yekbûyî. Hîn bêtir êrîşî herêmê kir, bombe kir, delîl bi awayekî rêkûpêk tine kir. Ev yek, ne helwesta hikûmeteke ku ne xwedî tiştekî were veşartin e. Ev  ne tevgera rejîmeke ku ji cîhanê re ispat bike çeka kîmyewî bikar neaniye."

Daxuyaniyên Kerry, ji bo destwerdana leşkerî ya li Sûriyê weke gotinên herî zelal ên welatên Rojavayî tên nirxandin.

Piştî gotinên Kerry berdevkê Qesra Spî Jay Carney peyivî û diyar kir ku di mejiyan de bi tenê gumaneke biçûk heye ka li pişt êrîşê rejîma Sûriyê û anî ziman ku Obama li ser bersivdayîna li dijî bikaranîna çekên kîmyewî radiweste.

Daxuyaniyên Qesra Spî, piştî daxuyaniyên piştgirîdayîna destwerdana leşkerî yên Îngilîstan, Fransa, Elmanya û Tirkiyê hat dayîn. Serokwezîrê Îngilîstanê David Cameron betlaneya xwe nîvco hişt û vegeriya ser karê xwe. Hat ragihandin ku Cameron wê roja Çarşemê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyî kom bike û nirxandinekê bike.

Rûsya û Çîn jî bi awayekî vekirî li dijî destwerdana leşkerî derdikevin. Moskowayê hişyarî da ku bi destwerdaneke leşkerî re wê rewşa welêt xirabtir bibe.

OPERASYON WÊ DI NAVA HEFTEYEKÊ DE DESTPÊ BIKE

Li gorî nûçeya rojnameya Îngilîz Daily Telegraph, eger were erêkirin wê destwerdaneke leşkerî ya li dijî Sûriyê di nava hefteyekê de destpê bike. Tê gotin, di vê destwerdanê de wê Hêzên Deryayî yên Qraliyetê li gel Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) li dijî êrîşîn fuzeya Cruise cih bigirin. Hat ragihandin ku fermandarên Îngilîz hedefên gengaz diyar kirine.

Di nûçeyê de hat ragihandin ku keştiyeke binavê ya nunkleerî ya hêzên deryayê vê gavê li herêmê ye û çend keştiyên şer jî wê di demeke nêz de ji bo tetbîqatekê biçin Derya Spî.

Hat îdîakirin ku ji bo operasyonê jî, wê balafirgeha leşkerî ya Îngilîz Agrotur a li Qibrisê bê bikaranîn.

ÇAVDÊRÊN NY'Î XEBATÊN XWE YÊN LI SÛRIYÊ DEWAM DIKIN

Di nava van gotûbêjên destwerdana leşkerî de, çavdêrên Neteweyên Yekbûyî (NY) xebatên xwe yên li Sûriyê dewam dikin. Çavdêrên li Xûrtayê lêkolînan dikin, ji qurbanî û derdorê nimûneyan digirin. Tê gotin, çavdêr nimûneyên doktoran ji qurbaniyan wergirtine jî qebûl nekirine.

Hat ragihandin ku çavdêr wê îro jî biçe herêma êrîşê û ji bo ewlekariya wan hebe, bi komên mûxalîf re hevdîtin hatine kirin.