DYE li koalîsyoneke navnetewî digere
DYE li koalîsyoneke navnetewî digere
DYE li koalîsyoneke navnetewî digere
Piştî ku parlementa Îngîlîstanê destwerdana li Sûriyeyê ne pejirand, DYE ji bo bersivdayîna îdiaya ku ji aliyê rejîma Başar El Esad ve çekên kîmyewî hatine bikaranîn, ket nava lêgerîna koalîsyoneke navneteweyî.
Wezîrê Parastinê yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYA) Chuck Hagel, di civîna çapemeniyê a ku li paytexta Filipînê Manila çêkirî de got, “ nêzikatiya me berdewamkirina tevgerekî hevpar a çêkirina hevgirtineke navneteweyî ye.”
Hagel diyar kir ku Washington li hemberî biryara parlementa Îngîlîstanê wergirtiye rêzdar e. Parlementa Îngîlîstanê roja Pêncşemê, pêşniyar Serokwezîr David Cameron a êrîşkirina Sûriyê li hemberî 272 dengên erê bi 285 dengên na red kiribû.
Hagel diyar kir ku her welatek neçare ku berpirsiya biryarên xwe bigre û da diyarkirin ku wê di girtina fikrên Îngîlîstan û hevkarên xwe yên din de berdewam bikin û wiha got; “ bi vê şêwirmendiyê re emê hewl bidin di mijara bersivdayîna bikaranîna çekên kîmyewî de bi pêş ve biçin”
Beriya dengdana li parlamenta Îngîlîstanê, Serokê DYE roja Pêncşemê ji Qesra Spî daxuyaniyek hatibû dayîn û işaret hatibû dayîn ku Serokê DYE dikare biyara êrîşeke yekalî bigire.
Berdevkê giştî yê Konseya Ewlehiya DYE’ê Caitlin Hayden got ku; “ DYE yek ji hevgirtina meye û nîqaşên me yên li gel hikûmeta Îngîlîstanê ku yek ji dostên me yên herî nêzîke wê berdewam bike lê biryarên Serok Obama wê di berjewendiyê DYE’yê de bin.”
Haydan diyar kir ku, “ Serok difikire ku berjewendiyên jiyanî yên DYE’ê di metirsiyê dene û girêdayî çekên kîmyewî yê ku zagonên navnetewî binpê bike pêwiste hesaba wê jî bide.”