DYE der heqê azadiya de hişyarî da
DYE der heqê azadiya de hişyarî da
DYE der heqê azadiya de hişyarî da
Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, di daxuyaniya xwe ya der heqê berxwedana Parqa Gezî de, ji ber cezakirina mirovên azadiya ramanê bikar anîne, fikar û gumanên xwe anî ziman.
Berdevê Konseya Ewlekariya Netewî ya Qesra Spî Caîtlîn Hayden banga diyalogê kir û anî ziman ku ew ji cezakirina mirovan a ji ber azadiya ramanê û hewldanên provokekirina dijwariyê bi fikarin.
Hayden di daxuyaniya xwe ya nivîskî de weha got: "Em ji ber cezakirina mirovan ên ji ber bikaranîna mafê azadiya ramanê û hewldanên aliyekî yên provokekirina dijwariyê, bi fikarin.
Em bawerin, ji bûyerên îro xuya dike ku divê pirsgirêk bi diyalogê bê çareserkirin.
Weke ku me berê jî got, rêya yekane ya aramî û ewlekariya Tirkiyê, parastina azadiyên bingehîn ên raman, civîn û avakirina komeleyan û çapemeniyeke azad û ser bi xwe ye."