DYA'yê bang li welatiyên xwe kir ku neçin Tirkiyeyê

Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ji welatiyên xwe xwesti neçin Tirkiyeyê û bajarên Kurdan.

Wezareta Karên Derve ya DYA, bi rêya malpera xwe ya înternetê hişyarî da û bala welatiyên xwe kişand ser êrîşên di dema dawî de zêde bûne. Wezaretê ev pêşniyar li welatiyên xwe kir: "Neçin herêma Başûrrojhilat a Tirkiyeyê."

DYA her wiha "serdanên fermî yên wezîfedarên dewletê ji bo Stenbol û herêma Başûrrojava ya Tirkiyeyê" kêm kir.

Di nivîsa hişyariyê de hat ragihandin, êrîşên li Tirkiyeyê bi giranî li aktîvîteyên mezin, li cihên tûrîst lê ne, restorant, kulûbên şahiyê, îbadetxane û li stasyonan tên kirin. Wezaretê her wiha destnîşan kir, biyanî bi taybetî di hedefa êrîşand e ne.

DYA ji welatiyên xwe xwest, tedbîrên xwe yên ewlekariyê zêde bidin, guh bidin çavkaniyên herêmî yên nûçeyan û hay ji xwe hebin.