DYA’yê alîkariya leşkerî ya bo muxalefetê nûve da destpêkirin

DYA’yê alîkariya leşkerî ya bo muxalefetê nûve da destpêkirin

Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê John Kerr, diyar kir ku ji bo muxalefeta Sûriyeyê dê ji nûve sewqiyata leşkerî bidin destpêkirin.

Kerry da zanîn ku dê di demek nêz de sewqiyatê bidin destpêkirin û got niha depoyên ku amûrên leşkerî têdene diparêze.

DYA vê alîkariya ku dike ku ji bilî çekan, ji cil û berg, wesayîtên bi motor û amûrên têkiliyê  pêk tê, bi nav dike.

Çapemeniya Rojava diyar kir ku ev alîkariya ku DYA û Îngîlîstan dike eniya îslamî ya radîkal a muxalefeta Sûriyeyê bi hêz dike.

DYA’yê di rojên borî de diyar kiribû ku dê vê alîkariya xwe ya ku mirovan nakuje dê bide rawestandin. Piştî ku radîkalan barageh girtin dest, Tirkiyeyê ev deriyê sînor girtibû.