DYA: Rûsya lêkolîna li Dûmayê asteng dike

DYA’yê îdîa kir ku ji bo têketina herêma ku çekên kîmyewî lê hatî bikaranîn ya li Dûmayê Rûsya astengiyan derdixe.

Berdevkê Wezareta Karê Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Heather Naûert ragihand, heyeta ku dixwaze biçe herêmê tê derengxistin. Naûert got ku li Dûmayê bi bikaranîna çekên kîmyewî jin û zarok hatin kuştin û ketina cihê ku êrîş pêk hatî, tê astengkirin.

DYA, Fransa û Îngîltere ji bo lêkolîna li Dûmayê ji aliyê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) heyetek şandibû.

Rûsyayê jî îdîaya DYA’yê derewand û got derengxistina heyetê ji ber êrîşên DYA’yê yên bi fuzeyan e.