DYA: Rejîma Esad kîmyasal bikaranî
DYA: Rejîma Esad kîmyasal bikaranî
DYA: Rejîma Esad kîmyasal bikaranî
DYA’yê diyar kir ku yekineyên girêdayê Beşar Esad, li hemberî berxwedêran bi pîvanek biçûk çekên kîmyewî bikaraniye û got ew ji bo piştgiriya leşkerî ya bo muxalafan bi biryarin.
Ji şêwirmendên Barack Obama Ben Rhodes, diyar kir ku di êrîşên cuda de ku ev çek hatine bikaranîn nêzî 100-150 kesî mirine.
Rhodest beyî ku zêdet naverokê vebêje, got serokwezîr Obama dê piştgiriya lşkerî bide berxwedêrên Sûriyeyê.
Di daxuyaniya ji Qesra Spî hat kirin de, hat gotin ku bikaranîna çekên kîmyewî wek binpêkirina xeta sor dibînin.
Ben Rhodes destnîşan kir ku der barê ku muxalîfan jî çekên kîmyewî bikaraniye de, di destê DYA’yê de belgeyeke tespîtkirî tune.
Rhodes da zanîn ku Obama dê piştgiriya leşkerî bide Konseya Leşkerî ya Bilins a Sûriyeyê. Rhodes di vê mijarê de agahiyên berfireh neda û got dê ji her demê pirtir piştgiriyê bidin.
Rhodes wiha got: “Bikaranîna çekên kîmyewî binpêkirina xeta sor e. Di encama lêkolînên îstîxbaratên Amerîkayê de ev hatiye tespîtkirin. Serokwezîr gotibû bikaranîna çekên kîmyewî dê hesaban biguherîne û guherî jî”