DYA: Qaseya DAIŞ’ê li Tirkiyê ye
Wezareta Gencîneyê ya DYA’yê, got berpirsê payebilind ê DAIŞ’ê Salim Mustafa Muhammed el Mansur li Tirkiyê ye.
Wezareta Gencîneyê ya DYA’yê, got berpirsê payebilind ê DAIŞ’ê Salim Mustafa Muhammed el Mansur li Tirkiyê ye.
Wezareta Gencîneyê ya DYA’yê got ew bi hikûmeta Iraqê re bi hevparî tevgeriyane û hemû hebûna mal û milk a Mansûr a li Iraqê dane sekinandin û xistine lîsteya pêkirinan.
Mansûr destpêka vê salê kiribûn ‘mîrekê darayî yê DAIŞ’ê yê Mûsilê’. Lê li gorî Wezareta Gencîneyê ya DYA’yê Mansûr ne li Iraqê lê li Tirkiyê dimîne. Li gorî Wezaretê Mansûr kar û barên xwe ji Stenbol, Mêrsîn û Edeneyê bi rê ve dibe. Wezareta Gencîneyê ya DYA’yê diyar kir bêyî ku binerin bê ka Mansûr li kû ye wê kirinên fînansî yên Mansûr bidin rawestandin.
Dîrektorê Ofîsa Kontrolê ya Mal û Milkên Biyanî ya li DYA’yê John E. Smîtg bi daxuyaniyekê got, ‘’Wezareta Gencîneyê ji bo tora fînansê ya hundir û derve ya bi kontrola DAIŞ’ê têk bibe bi hikûmeta Iraqê re ji nêz ve dixebite.’’
DYA’yê beriya niha jî tora fînansê ya DAIŞ’ê ya li nav Tirkiyê deşîfre kiribû. Hezîranê Wezaretê gotibû, cîhadîstê bi navê Ferîd Saal, ê endamê çeteyên DAIŞ’ê, ku bi eslê xwe Elman-Cezayîrî ye, ‘endamên DAIŞ’ê yê potansîyel ji Balafirgeha Stenbolê distîne, dibe alîkar ku wan bibe Sûriyê û sînorên Tirkiyê-Sûriyê derbas bike.’’
Tê zanîn beriya dagirkeriya DAIŞ’ê Mansûr karên darayî yên Mûsilê bi rê ve dibe. Li gorî Wezareta Gencîneyê, ‘Destpêka 2014’an Mansûr bi sed hezran dînarên Iraqê dixiste qaseya DAIŞ’ê.’’ Tê zanîn Mansûr ku 2015’an li ser navê DAIŞ’ê pere berhev dikir, 2016’an j îli ser navê DAIŞ’ê petrola ku ji Iraq û Sûriyê erdixist difiroşt. Mansûr ji bo baskê El Qaîde ku piştre bû DAIŞ xebatên xwe yên ku 2009’an dabû destpêkirin, li ser navê DAIŞ’ê domand û tawanbarî li ser heye ku ji rêxistinê re kana darayî dabîn dike.