DYA: Li El Babê em piştgiriya hewayî nadin Tirkiyeyê
Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li herêma Şehbayê dewam dikin. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) da xuyakirin, ku ew destekê nadin operasyona Tirkiyeyê ya li dijî El Babê.
Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li herêma Şehbayê dewam dikin. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) da xuyakirin, ku ew destekê nadin operasyona Tirkiyeyê ya li dijî El Babê.
Berdevkê Koalîsyona Navneteweyî Mîralay John Dorrîan bi rêya konferansa vîdeo ji Bexdayê axivî û diyar kir, Tirkiye ji koalîsyona 'cuda' bi serê xwe operasyon li dijî El Babê lidar xistiye û ji ber vê yekê ew desteka hewayî nadin.
Dorrîan got, "Ev yek biryareke wan (Tirk û komên pişta xwe dispêrin Tirkan) e, ku di asta neteweyî de girtine". Dorrîan da xuyakirin, ku hin şêwirmendên leşkerî yên ji bo destekkirina Tirkiyeyê û komên pê ve girêdayî ji aliyê DYA ve hatibûn şandin, hatine vekişandin.
Berdevkê Koalîsyonê bibîr xist, ku ji bo lihevkirinek li ser rola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a siberojê û ji bo şerek di navbera QSD û hêzên Tirk de neqewime, di navbera Tirkiye û Koalîsyonê de danûstandinên dîplomatîk tên kirin. John Dorrîan destnîşan kir, ku divê pêşî lê bê girtin ji bo hêzên dixwazin çeteyên DAIŞ'ê tine bikin 'li ser rûyê erdê bi rengekî kontr-produktîf' neyên hemberî hev.