DYA ji ber pevçûnên li Rojava bi fikare

DYA ji ber pevçûnên li Rojava bi fikare

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA’yê Marîe Harf diyar kir ku ew ji ber pevçûnên li Rojava gelekî bi fikarin û êrîşên li Heleb û cihên din şermezar kir.

Harf li pirseke der barê gotinên Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzanî  axivî û got, divê alî ji çalakiyên ku gengeşiyê zêde dike xwe dûr bixin.

Harf komkujiya li Helebê bi zimanekî tund şermezar kir û wiha got: “Li eyaleta Helebê hefteya borî êrîşên dijwar hatin jiyîn û piştî vê di navbera aldarên radîkal û Kurdan de pevçûn derketin. Em ji ber van pevçûnan bi fikarin. Em ji gotinên Birêz Barzanî agahdarin. Divê hemû kom ji çalakiyên ku pevçûnên li Sûriyeyê yên navbera aliyan de zêde dike xwe dûr bixin. Em van êrîşan bi zimanekî tund şermezar dikin.”

Mesut Barzanî di 10’ê Tebaxê de peyamek ji Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd re şandibû û xwestibû êrîşên komên girêdayî El Qaîdeyê bên lêkolînkirin.

Ev peyama Barzanî du hefte piştî komkujiya li Helebê pêk hatibû.