DYA, hêza xwe ya leşkerî ya li çola Sûriyeyê zêde kir

Hat ragihandin, yekîneyên Amerîkî yên li çola Sûriyeyê zêde bûne.

Tê gotin, ev yek rîskê zêde dike ku di navbera Amerîkiyan û hêzên ku rejîma Sûriyeyê piştgiriya wan dike li bejahiyê şer derikeve.

Hêzên taybet ên Amerîkî, ji sala bihurî û vir ve li herêma El Tanf a li ser sînorê Sûriye û Iraqê bi cih bûne.

Hêzên Amerîkê, bi rêya komên çekdar ên piştgiriya wan dikin, herêmên di destê DAIŞ'ê de ne bigirin.

Li gorî nûçeya Reutersê, ku agahiyên xwe spart hêzên ewlekariyê yên li herêmê, artêşa Amerîkayê beriya niha bi demeke kin, roketavêjên nû yên li ser qemyonan bi cih kirîne, ji Urdunê aniye baregeha El Tanfê.

Tê gotin, hêzên Amerîkî li herêma Zakf a bi 60-70 kîlometreyî li bakurrojhilatê El Tanf e, baregehek din ava kirine. Berdevkê koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê Ryan Dîllon diyar kir, ku îdîayên dibêjin 'Amerîkiyan baregehek din ava kirine' derew in.

Dîllon anî ziman, hêzên koalîsyonê li dora El Tanfê, ji çend rojan heta çend hefteyan li dewriyê digerin û serhildêran perwerde dikin. Dîllon ragihand, li El Tanfê garnîzoneke wan a weke baregeheke demkî heye.

Çavkaniyên ji Reutersê re axivîn gotin, hêzên Amerîkî heta herêmên 100 kîlometre dûrî herêma El Tanfê li dewriyê digerin.

Tê gotin, yekîneyên taybet ên nû hatine baregehên li El Tanf û Zakfê û çek radestî komên Washîngton piştgiriya wan dike, hatiye kirin.