Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bû mêvanê bernameya Polîtîk Alan a televîzyona MedNûçe.
Kalkan encamên hilbijartinên 1'ê Mijdarê nrixand û got, "Darbeay faşîst a sivîl a 1'ê Mijdarê dewama darbeya faşîst a leşkerî ya 12'ê Îlonê ye. Bi vê yekê re tê xwestin, ku dîktatoriya faşîst a ji aliyê darbeyê ve hatiye afirandin were restorekirin. Dixwazin nehêlin ku dîktatorî bê hilweşandin û li şûna wê Komara Demokratîk bê avakirin. 7'ê Hezîranê pêşî li rêya Komara Demokratîk vekiribû. Bi darbeya 1'ê Mijdarê re xwestin pêşî li vê bigirin."
Kalkan bibîr xist ku AKP'ê bi avakirina hikûmetê re gavek avêtiye û Tayyîp Erdogan jî ji vê rewşê re gotiye 'dema encamgirtinê' û destnîşan kir ku di dema pêş de wê di asta fînalê de li hemberî faşîzma AKP'ê têkoşîneke dawîn bê meşandin. Kalkan ragihand ku di têkoşîna mezin a navbera faşîzm û demokrasiyê, mêtîngerî û azadiya Kurd de, serdema dawî biqewime û got, "Bi rastî jî di asta fînalê de têkoşîneke mezin tê meşandin. Zivistana îsal wê bibe serdema vê têkoşîna mezin. AKP, wê di çarçoveya wezîfe û siyaseta qirkirina çandî ya faşîst de, ji bo weke gel, weke tevger me tine bike, ji her alî ve êrîş bike." Kalkan da xuyakirin ku ew ê bi berxwedaneke mezin bersivê bidin vê êrîşê û got, "Em bi awayekî giştî li ber xwe bidin. Mal bi mal, kolan bi kolan, tax bi tax, bajarok bi bajarok, çiya bi çiya, gelî bi gelî em ê li ber xwe bidin. Ciwan wê li ber xwe bidin, jin wê li ber xwe bidin, ji 7 heta 70 salî wê gel li ber xwe bide. Em ê li bendan qezenc bikin, li xendekan, li kolanan, li geliyan, li çiyê em ê li ber xwe bidin. Gel wê li ber xwe bide, gerîla wê li ber xwe bide, mirovên me yên li derveyî welat wê li ber xwe bidin, yên li zîndana wê li ber xwe bidin."
'EM BI SEKNA RÊBERTÎ LI BER XWE DIDIN'
Dûran Kalkan diyar kir ku ev berxwedan ji aliyê 'Sekna Rêbertiyê' ve tê birêvebirin û destnîşan kir, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di rewşa berxwedaneke mezin de ye. Kalkan got, "Rêbertî li ber xwe dide. Li hemberî van hemûyan helwestek nîşan da, got ku azadî bi têkoşînê re bi dest dikeve û ket rewşa têkoşînê. Ev berxwedan pîroz e, esas e û ev berxwedan wê bide qezenckirin. Rêyeke din a qezenckirinê nîne. Bang li hemû mirovên me yên welatparêz dikim; ji bilî berxwedanê kî soza tiştekî didin dide, li wan guhdarî nekin. Li hemberî yên ku hewl didin we teslîm bigirin û pasîfîze bikin, hişyar bin."
TIRKIYEYÊ KURDISTAN BI TENÊ HIŞT
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan da xuyakirin ku divê li Kurdistanê yekîtiya li kolanan, taxan, bajarokan û gundan pêk were û da zanîn ku girîng e bi gelên Tirkiyeyê û hêzên demokratîk re bi hev re tevbigerin. Kalkan ragihand ku Kurdistan di berxwedanê de bi tenê hatiye hiştin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Dema li derekê êrîşa faşîst rû da, divê hemû bajarok, hemû bajar rabin ser piyan û destekê bidin wan. Pêwîste hêzên demokratîk şoreşger ên li metropolên Tirkiyeyê jî destekê bidin; li Edene, Mersîn, Dîlok, Çûkûrova, Stenbolê ev destek were mezinkirin. Kurdistan bi tenê tê hiştin, berxwedana Kurd bi tenê tê hiştin. Halbûkî di roja îro de Cizîr, Gever, Farqîn, Nisêbîn, Gimgim, Kobanê ya zivistana par in. Ev bajarok, cihên ku dilê Kurdê azad û mirovahiya demokratîk lê dide, ye."
AKP LI HER DERÊ TÊK ÇÛ, BERÊ XWE DA BAKUR
Dûran Kalkan diyar kir ku rêveberiya AKP'ê biryar daye, ku eger pêwistiyê pê bibîne dikare 15 caran bajarokên Kurdan dorpêç bikin, ev agahî gihaştiye ber destê wan û got, "Dijmin bi biryar e, lê belê em jî di berxwedanê de bi biryar in." Kalkan der barê AKP'ê de ev xal destnîşan kir: "Ez careke din bibîr tînim: Faşîzm dijminatiya li mirovahiyê ye. Faşîzm êrîş dike, mirovahî jî li ber xwe dide. Rêveberiya AKP'ê dijminê Kurdan e, dijberê Kurdan e. Dixwaze Kurdan tine bike, tesfiye bike. Ji bo komploya navneteweyî bi ser bixîne AKP careke din kirin desthilatdar, ev wezîfe dan AKP'ê. AKP li Kobanê têk çû, li Şengalê têk çû, niha li Sûriyeyê têk diçe. Dema ku li parçeyên din ên Kurdistanê di êrîşên xwe yên bi destê DAIŞ'ê kirî de têk çû, niha bi hemû hêza xwe êrîşî Bakurê Kurdistanê dike. Gelê Bakurê Kurdistanê yê şoreşa vejîna neteweyî dimeşîne, berî AKP'ê ders da çend hikûmetên beriya wê û ew avêt ser sergoyê dîrokê. Bi heman lehengiyê wê AKP'ê jî di nava sergoyê dîrokê de winda bike. Biryardariya me ev e, em xwedî wê hêzê ne ku vê bikin."
DIXWAZIN BI XWE LÊBIDIN BI XWE BILÎZIN
Dûran Kalkan gotinên AKP’ê yên em ê PKK’ê, Qendîl, Îmrali muxatab negirin nirxand, nêrînên xwe yên di vê der barê wiha vegot: “Wê bi cerdevan, axa, kesên qaşo Kurd in re wê vê pirsgirêkê çareser bike, wê muxatabekî nû biafirînin. Te dît dibêjin, bi xwe lêdide bi xwe dilîze. Ew jixwe teslîmî AKP’ê bûne, jixwe ti pirsgirêkeke wan tine. Tenê pirsgirêkeke wan heye. Wê AKP çiqasî bide wan, tenê derdê wan ev e. Ji lewra ev muxatabî ji aliyê me cidî nayê girtin.”
Kalkan diyar kir ku ji hundir hin agahiyên der barê her AKP’e bi Ocalan re hevdîtinan dike nêrîna xurtbûyina Qendîlê zêdetir dipejirîne gihiştiye ber destên wan û wiha got: “Qaşo wê neçin Îmraliyê, Qendîlê. Dixwazin biçin an jî neçin, bi xwe zanin. Bila gel di vê mijarê de ti fikaran nejî. Di pêşengiya Partiyê de hem wek gel hem jî wek gerîla em li ber xwe bidin, wê mecbûr wê werin, heta wê bi revê biçin her derê. Pêşeroja nêz jî wê vê piştrast bike. Lê wê kî biçe ez wê nizanim. Wê taqeta Tayyîp Erdogan, Ahmet Davûtoglû ya çûyinê bimîne? Dibe kesên bikevin dewsa wan biçin, ji ber ku mijar diçe heta vê nuqteyê.”
HDP’E XERCA KOMARA DEMOKRATÎK E
Kalkan têkîldarî HDP’ê jî di bernameyê de nêrîn parve kir û got ku HDP’e haveynê komara demokratîk e. Kalkan wiha axivî: “HDP xerca komara demokratîk e, ji nû ve demokratîkkirina Tirkiyeyê ye. Haveynê wê ye, hêza pêkanînê ye. Dikarin bigirin, di bin navekî din dibe dîsa vebe, lê hêza ku Tirkiyeya demokratîk , komara demokratîk biafirîne derketiye holê. Ev jî hêzeke nû ya ji yekîtiya hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê û hêzên azadiyê yên Kurdan pêk tê. Li hember faşîzma 45 salan, wê şerê demokrasî di mehên pêş de serketinê bi dest bixe. Di 7’ê Hezîranê de pêngavek mezin avêt, hêza xwe derxist holê. Pêvajoya pêşiya me, wê bibe pêvajoya serketinê. Dest ji mijara muxatabiyetê berde, ev hêz wê bibe afîrenerê Tirkiyeya demokratîk.”
ERDOGAN MUXTACÎ DAIŞ’Ê YE
Kalkan bi bîr xist ku ji bo Tirkiye nekeve vê rewşê, teslîmî hêzên derve, hêzên faşîst nebin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hewldanên pir mezin raber kiriye. Kalkan di dawiya bernameyê de wiha axivî: “Rêber Apo got, eger Tirkiye bibe welatê azadiyan, wê demê dikare li ser piyan bimîne, rêya vê jî çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyin e. Eger ev pêk bihata, niha pêwîst nedikir Tayyîp Erdogan li ber Ewropa, Amerîka geriyaba. Wê Tirkiye biba hêzek rê nîşanî mirovatiyê dikir. Bê Rêber Apo çiqasî di cih de gotiye derket holê. Polîtîkaya Erdogan dişopîne wan muxtacî faşîzma DAIŞ’ê kir. Rewşenbîrên Tirkiyeyê, siyasetmedarên wê, kesên ji Tirkiyeyê hez dikin, bila baş bibînên bê ka kîjan hêz dikare Tirkiyeyê azad û demokratîk bike. Rêya gihiştina aştiyê, avakirina Tirkiyeya demokratîk, bi xistina xeta Rêber Apo meriyetê pêk tê. Ji ber vê jî pêwîst e Rêber Apo azad bijî û bixebite.”