Dundar: Li bara Kurdan hiqûqa dijminahiyê li dar e

Dundar: Êşkeneya li cenazeyan û êrîşa li ser goristanan nîşan dide ku hiqûqa dijminatiyê ya li dijî Kurdan li dar e.

Parlamentera Mêrdînê ya HDP'ê êşkenceya dewleta Tirk a li cenazeyan û êrîşa li ser goristanan nirxand û got, ''Van salên dawî êşkenceya ku li cenazeyan tê kirin û êrîşa li ser goristanan, nîşana wê ye ku li dijî Kurdan hiqûqa dijminahiyê sazkar e.''

Ji avabûna komara Tirk ve û heta niha li Kurdistanê tim sûcê şer tê kirin û mafê mirovan tê binpêkirin. Bi taybetî êşkenceyên li çoltera Dersimê ya li cenazeyan hê li bîra mirov e. Her wiha dozên êşkenceyê yên li cenazeyên salên 90'î yên li Kurditanê heta bi DMME'yê çûbûn. Van salên dawî li Kurdistanê deverên mîna Gimgim, Cizîr, Sûr û Nisêbînê  û deverên dî organên cenazeyan hatin jêkirin, cenaze hatin tazîkirin û bi erdê ve hatin kişandin, nehiştin ku werin veşartin. Dewleta Tirk rêbaza şerê qirêj ya li dijî Kurdan her ku diçe geştir dike. Herî dawî nehiştin ku girtiyê nexweş Koçer Ozdal û Fethullah Avci, bi hinceta ku cenaze ji 'lêpirsîna ewlehiyê' derbas nebûye, werin veşartin.

ÊŞKENCEYA LI CENAZEYEAN

Parlamentera Mêrdînê ya HDP'ê Pero Dundar sûcên li dijî mirovahiyê yên li ser cenazeyan şîrove kir, got van kirinan bi zanebûn û bi helwesteke polîtîk dikin. Dundar got di ti baweriyê de helwesteke wiha tine û domand: ''Di dînê Îslamê de kî li kû bimire li wir tê veşartin. Dewleta Tirk salên 90'î jî heman tişt kir. Êşkence li cenazeyan hate kirin, teşhîr kirin, li bejahiyê cenaze avêtin ber kur û kûçikan an jî li pey tanzêran hate kişandin. Her wiha me cenaze dîtin ku guh û destên wan jêkirîbûn. Kurt û kurmancî çi yê li dijî mirovahiyê bû li ser cenazeyan hate kirin. Salên dawî jî li Gimgimê cenazeya jinekê bi rengekî tazî hate teşhîr kirin. Piştî wê jî ev kirinên wiha bûn. Li Colemêrgê jî heman tişt bûn. Çend birîndar bi tanzêrê ve hatin kişandin.''

'DIXWAZIN SERÎ LI KURDAN BITEWÎNIN'

Dundar got li Kurdistanê êşkenceya li ser cenazeyan ji hêla dewleta Tirk ve weke gerdîşeyekê ye û domand, ''Kêfê distînin ku êşkenceyê li cenazeyan bikin. Sûcekî mezin li dijî mirovahiyê dikin. Lê dema ku vê dikin li gorî cenazeyan helwestê nîşan nadin, li gorî nasnameyê vê dikin. Dema ku cenazeyê Kurdan be wiha dikin. Dixwazin bibêjin, 'tu bimirî jî di gorê de te rehet bernadim''. Ev tê maneya ku miriyê we jî nîn in. Li hêlekê qirkirin, îmha û îmkar didoe li hêla dî j3i dixwazin Kurd jiyaneke li gorî pergala wan bijîn. A rast dixwazin Kurd serê xwe ji wan re berjêr bikin.''

'MALBAT ZAROKÊN XWE NAS NAKIN'

Dundar got cenazeyên ku li jêrzemînên Cizîrê hatin kuştin hê jî li tibên edlî ne û got, ''Beriya bi salekê xwendekarek li Cizîrê jiyana xwe ji dest da, hê beriya bi çend rojan nû cenaze dane malbatê.Malbat dema ku diçine morgan cenazeyên xwe nas nakin. Tê gotin teqez organakî cenazeyan kêm e. Gelek malbat dema ku diçine morgan cenazeyên zarokên xwe nas nakin. Malbateke Mêrdînî dema ku çûn cenazeyê zarokê xwe ku li Dersimê jiyana xwe ji dest dabû bistînin, ew nas nekiribûn. Ew qas êşkence lê kiribûn ku cenaze nas nedikirin. DNA  hev girtibû lê dîsa jî nas nekiribûn. Gelek mînakên wiha hene.''

'CIVAKA TIRK KERR Û LAL E'

Dundar got êşkence tenê li cenazeyan nayê kirin, nexasim van salên dawî bi bombekirina goristanan hiqûqa dijmin hatiye sazkarkirin û domand, ''Bi hiqûqa dijmin vî welatî rê ve dibin. Divê civak û saziyên mafê mirovan ên navnetewî vê qebûl nekin. Ev qa êrîşa li cenaze û goristanan di çapemeniyê de cih jî nagire. Civaka Tirk kerr û lal e. Piştî ku wan dikujîn jî nahêlin ku werin veşartin. Veşartina cenaze bûye êşkence.''

'DIXWAZIN KURDAN BÊDENG BIKIN'

Dundar got Kurd li gorî mafê mirovan têdikoşin û gotinên xwe wiha bi dawî kir: ''Îro tekane hêza ku li mafê mirovan xwedî derdikeve Kurd in. Ê ku li vî welatî li demokrasiyê xwedî derdikeve û dixwazin hiqûq sazkar bibe dîsa Kurd in. Ji bo vê dixwazin Kurdan bêdeng bikin. Sedema êrîşa li ser cenaze û gorsitanan ev e. Dibêjine Kurdan an hûn ê bêdeng bibin û serê xwe bitewînin an jî li dijî we ez ê bi hiqûqa dijminahiyê werim.''