Dundar: Desthilatdarî li dijî gelê Kurd şer da destpêkirin

Parlamentera HDP’ê Pero dundar di salvegera êrîşên qirkirinê de daxuyanî da û wiha got; “Desthilatdariyê li dijî gel şer da destpêkirin.”

Komek parlamenterên HDP’ê têkildarî salvegera qedexeya derketina derve ya li navçeyên Cizîr û Silopya yên Şirnexê li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xistin. Li ser navê parlementeran Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar daxuyanî da û got ji bo ew wê hovîtiya di navbera 2015’an û 2016’an de qewimîn şermezar bikin, li hev kom bûne.

‘MAFÊ BI MILYONAN KESAN HATE BINPÊKIRIN’

Dundar anî ziman ku AKP tehamulî encamên serkeftina HDP’ê ya hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an nekiriye û ji ber vê yekê bajar û navçeyên keleha HDP’ê ne ji xwe re kiriye armanc û bi pevçûn û şer serûbin kiriye. Dundar qedexeyên derketina derve yên li bajar û navçeyên herêmê hatine ragihandin yek bi yek vegot û di qedexeyên derketina derve yên wê serdemê de mafê wek azadî û ewlehiyê ango mafên bingehîn ên milyonek û 809 hezar kesî hatiye binpêkirin. Dundar got “Ji mafê jiyanê bigire heta mafên perwerdehiyê bi sûcên li dijî mirovahiyê re rû bi rû maye û hêj li hin deveran bajarên herêmê ew qedexe dewam dikin.”

Dundar bi bîr xist ku li Cizîrê di jêrzemînên avahiya de hovîtî pêk hatiye û hêj ew birînên wê demê nehatine kewandin. Dundar got li navendên wek Cizîr, Silopya, Nisêbîn, Hezex, Şirnex, Kerboran, Farqîn, Sûr, Gever û gelek deverên din di bin navê ‘qedexeya derketina derve’ de terora dewletê pêk hatiye. Dundar diyar kir ku îqtîdarê li dijî hemwelatiyên xwe şerek giran daye destpêkirin.

‘BAJARÊN QEDÎM HATIN HILWEŞANDIN’

Dundar da zanîn ku siyasetmedar jî di nav de bi sedan sivîl li wan deverên hatine qedexekirin hatine qetilkirin û bi kuştina însanan re malbatên wan jî hatine cezakirin. Dundar got yek ji bajarên qedîm ên Kurdistanê Sûr li gel di bin parastina UNESCO de ye jî hatiye serûbinkirin û dîroka bi hezarê salan hatiye hilweşandin.

‘HÊ JÎ CENAZEYÊ 14 KESAN TESLÎMÎ MALBATAN NEHATIYE KIRIN’

Dundar bal kişand ser qewimandinên li navçeya Cizîrê û got hêj li Cizîrê cenazeyê 14 kesan radestî malbatên wan nehatiye kirin. Dundar anî ziman ku bi qedexe û hovîtiya hat qewimandin re aştiya civakî hatiye parçekirin û xweşiyê cihê ji şer re hiştiye. Dundar got 800 jê hêzên ewlekariyê nêzî 2 hezar kesî jiyana xwe ji dest daye.

Dundar diyar kir ku dorpêçkirina li bajarên kurd hat destpêkirin niha li tevahiya Tirkiyê didome û niha heman pêvajoyê jî dibin ser bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Dundar got hemû sazî û dezgehên navneteweyî û Yekîtiya Ewropayê li dijî van kirinên dijmirovane û hovîtiyê bêdeng maye û vê bêdengiyê jî wêrekiyê daye AKP’ê. Dundar da zanîn ku seranserî dorpêç û qedexeyan li dijî mirovahiyê sûcên giran hatine kirin û ew di şexsê Taybet Înan, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir, Fatma Uyar, Mehmet Tûnç, Asya Yuksel, Cemîle Çagirga û Rozerîn Bulut de hemû kesên di dorpêçkirinan de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin.