'Duh li Kopê îro li Geverê...'

'Duh li Kopê îro li Geverê...'

Qetilkirina Necmî Oral û Kemal Agca, yên li Kopê di çalakiya şermezarkirina girtina DTP'ê de hatin kuştin di 4. salvegera wan de bi girseyî hatin şermezarkirin. Di çalakiyê de Serokê HDPê yê Kopê Yakup Şahin, anî ziman ku 4 sal berê bi destê dewletê ev kuştin pêk hatin û niha li Geverê heman kuştin pêk tê. 

Bi ser bûyerên di 15'ê Kanuna 2009'an de li navçeya Kopê ya Mûşê yên di meşa bi armanca şermezarkirina girtina DTP'ê de girse hate gulebarankirin û 2 kesan jiyana xwe ji dest da û gelek kes bîrîndarbûn 4 sal derbas bûn. Cerdevanên birayên hev Turan û Metîn Bîlen de dema meşê de girse gulebaran kir û di gulebaranê de Necmî Oral û Kemal Agca ê ku li bajaroka Yoncaliyê keya jiyana xwe ji dest dabû û 8 kes jî birîndar bibûn. Li navçeya Kopê ya Mûşê rêveberiya BDP û HDP'ê bi boneya kuştina 2 kesên li kopê û 3 kesên li Geverê şermezar bike daxuyanî dan çapemeniyê. Komali ber avahiya BDP'ê civîyan bi tevlebûna parlamenterê BDP'ê yê Mûşê Demir Çelik, endamên meclisa BDP û HDP'ê endamên meclisa şaredariyê û şaredarên BDP'î amade bûn. Koma ku ji avahiya BDP'ê heta kolana Aslanpaşa meşiyan, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û posterên pêşengê PKK'ê Mahsum Korkmaz (Agît) û alên PKK û Konfederalizmê vekirin. Di meşê de wêneyên kesên hatin qetilkirin û pankarta "Duh li Kopê û îro li Geverê... Dewleta qatil hesap bidin." vekirin. Dîsa di meşê de wêneyên gerîlayên  PKK'ê yên di çalakiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin hilgirtin. Girsê pankarta "Em bi ruhê şoreşa Jinê ya Rojava 9'ê Cotmehê şermezar dikin" vekir û siloganên "Dewleta qatil hesap bide", "Deşta Kopê hêlîna Apoyiyan", "Bijî serok Apo", "Ey şehîd xwîna we li erdê namîne", "Bijî berxwedana Rojava" hatin gotin. 

Serê sibê welatî neçûn ser kar û hatin li ber avahiya BDP'ê kom bûn û piştre tev li çalakiyê bûn. Girseyaku piştî meşê li kolanê civiyan ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin. Piştî meş û rêzgirtinê li vir sirûda "Çerxa Şoreşê" xwendin. Li ser navê girsê Serokê HDP'ê yê Kopê Yakup Şahin, daxuyanî xwend û komkujiya li ser kurdan tê meşandin şermezar kir. Şahîn, ani ziman ku bi înîsiyatifa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi fedekariyek mezin agirbestek yek alî pêş ketiye û xwest ji bo pêşketina vê pêvajoyê aliyên din jî gavan bavêje. 

Şahîn, anî ziman ku polîsan 9 rojan li navçeya Geverê teror meşand û di encama terorê de welatiyên bi navê Mehmet Reşit û biraziyê wî Veysel İşbilir û di merasimê de jî Bemal Tokçu hatin qetilkirin. Şahîn, da zanîn ku 4 sal berê li Kopê û niha jî li Geverê komkujî pek hat û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Çar sal berê li Kopê Necmi Oral û Kemal Agca kuştin û 8 welatî birîndar kirin. Kujer serbest berdan. Ev lîstika dewletê ya qirêj hêj li ser gel berdewam dike. 
Niha vê qirêjiya xwe li Gevere bi kuştina 3 welatiyên din derxist holê." 

Parlamenterê BDP'ê yê Mûşê Demir Çelik jî anî ziman ku 100 salin nasname û zimanê wan qedexe ye û êdî kurd dixwazin azad bijîn. Çelîk, destnîşan kir ku wekî mirovên bi rûmet ew jî dixawzin wekhev û azad bijîn û dê ji bo vê yekê têkoşîna xweberdewam bike. Komê piştî daxuyaniyê dîsa heta avahiya BDP'ê dest bi meşê kir. Ciwanan di meşê de avahiya AKP'ê da ber keviran. Koma heta avahiya BDP'ê meşiyan li vir belav bûn. 

Piştre li ser navê girsê heyetek wekî nûner ku di navde endam û rêveberên BDP'ê jî hebûn çûn gorên Necmi Oral û Kemal Agca ziyaret kirin.