Du maşînên kar li Îzmîrê hatin şewitandin
Du maşînên kar ên rêyên bejahî li Bornovayê hatin şewitandin.
Du maşînên kar ên rêyên bejahî li Bornovayê hatin şewitandin.
Li taxa Çamkûle ya navçeya Bornova ya Îzmîrê, komek ji ciwanan duh bi şev daketin kolanan û girtina Hevserok û parlamenterên HDP'ê û tayînkirina qeyûman şermezar kir.
Ciwanan dirûşme qîriyan û du maşînên kar ên rêyên bejahî şewitandin.
Maşînên kar bi temamî şewitîn, ku nema dikarin bên bikaranîn.