Du kesên pirsa aqûbeta Guneş dikirin, destgîr kirin

Di demekê de ku malbata Gokhan Guneş ê hatî revandin ji bo aqûbeta wî bipirsin li Midûryeta Emniyetê ya Stenbolê ne, 2 kesên destek dida malbatê hatin destgîrkirin.

Guneş ê ji Îkîteliyê ji bo biçe şantiyeya li Başakşehîr ku lê kar dike, duh saet derdorî 12:20’î li xeta 79 FY bû, dema ji otobusê peya dibû hate revandin. Malbata ku hê jî ti agahiyek ji Guneş negirtiye, ji bo agahiyek bigirin berê xwe dan Midûryeta Emniyetê ya Stenbol a li ser Rêya Vatan.

Polîsan dorî malbata ku li ber miduryetê rawestabûn girtin, Hidir Yilmaz û Omer Akgun ên ji bo destekê bidim malbatê li wir bûn, destgîrkirin.

Dayika Berkîn Elvan Gulsûm Elvan jî li gel malbata Guneş li pêşiya Midûryeta Emniyetê ye.