Du Ewropiyên dijminê Kurdan- II

Kûrt Rebmann ku bi gotina "Meseleya min a şexsî ye" li dijî RAF'ê têkoşiya, di salên 1980'î de bi pey şoreşgerên Kurd ket.

Têkiliya bi hêzên rojavayî re ya cûntaya leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'î ku Bakurê Kurdistanê û Tirkiye veguherandibû girtîgeheke servekirî, ji kêliyên destpêkê yên darbeyê ve dihate meraqkirin. Serkêşê cûntayê Orgeneral Kenan Evren û generalên endamên Konseya Ewlekariya Milî 4 roj piştî ragihandina darbeyê di 16'ê Îlonê de derketin pêşberî çapemeniyê û li ser mijarên dihatin meraqkirin axivîn.

Di belavoka hevpar a generalên darbekar de dihate gotin, "Têkilî û hevkariya me ya bi Civata Ewropayê û Konseya Ewropayê wê bidomin." 10 roj piştî vê daxuyaniyê, di civîna Konseya Ewropayê de ku navê Yekîtiya Ewropayê yê wê demê bû, rejîma 12'ê Îlonê bû mijara nîqaşê. Nûnerên Elmanya û Îngilistanê diyar kirin ku ji bo careke din demokrasî li Tirkiyeyê vegere cûnta hatiye kirin û alîgirê dewamkirina têkiliyên bi Enqereyê re bûn.

Komek ji welatan jî ku Fransa, Danîmarka û Hollandayê serkêşî ji wan re dikir, li ber desteka ji bo darbeya leşkerî rabûn û digotin, "Bila têkiliyên bi Tirkiyeyê re bên rawestandin." Piştî nîqaşên dûdirêj, Konseya Ewropayê agahiya li ser dewamkirina têkiliyên bi Enqereyê re ragihand. Konseyê diyar kir, "Ji ber garantiyên ku Enqereyê di mijara hurmeta li mafên mirovan dane, peymanên heyî wê neyên betalkirin" û bi vî rengî pêşî li terora rejîma cûntayê vekirin.

Piştre sala 1981'ê di meha Hezîranê de Konseya Civata Ewropayê biryar da ku 600 milyon ECU (Pereyê wê demê yê Ewropayê bû) kredî û alîkariya malî bi Tirkiyeyê re bike. Peymanên malî yên beriya darbeyê di navbera Enqere û Brukselê de hatin îmzekirin, projeyên wê demê tevî 12'ê Îlonê jî nehatin betalkirin û bi cih dihatin anîn. Di navenda vê tevna têkiliyan de jî Bonn hebû ku hingî paytexta rojavayê Elmanyayê bû. Bonn yekemîn paytexta rojavayî bû ku rejîma 12'ê Îlonê beriya her kesî nas kir. Wezîrê Karên Derve yê Elman Hans Dîetrîch Genscher di 5'ê Mijdara 1981'ê de çû Enqereyê û bi vî rengî bû wezîrê karên derve yê rojavayî yê destpêkê ku serdana Tirkiyeyê kir.

SALA 1980'Î LI KOLNÊ KOMELEYA KARKERÊN ŞOREŞGER AVA BÛ

Partiya Xiristiyanên Demokrat ku sala 1982'an ava bû û bi Serokwezaretiya Helmût Kohl 15 salan Elmanya bi rê ve bir, têkiliyên bi rejîma 12'ê Îlonê re gihand asteke bilindtir. Li ser xeta Bonn-Enqereyê rewşeke wiha hebû. Mexdûrên rejîma darbeyê jî xwe li Elmanyayê digirtin. Li Elmanyayê nifûsa Tirkiyeyî û Kurdistaniyan zêde dibû. Tenê di sala 1980'î de hejmara penaberên ji Tirkiyeyê hatin zêdeyî 100 hezar kes bû. Yên dihatin dilê wan nerehet bû, ji ber ku Servîsa Agahîwergirtinê ya Elman (BND) agahiyên li ser penaberên siyasî yên ji darbeyê direviyan dida rejîma cûntayê. Ev skandala BND'ê sala 1983'an li Berlînê di qeydên dadgehekê de bi rengekî tesadûfî hate dîtin.

Di salvegera yekemîn a darbeyê de yanî 12'ê Îlona 1981'ê li bajarê Dûîsbûrgê rêxistinên Tirkiyeyî û Kurdistanî li hev kom bûn û "Li dijî cûntaya faşîst mîtînga protestoyî" li dar xistin. Mîtîng bi beşdariya 25 hezar kesî pêk hat. Siyasetmedarê Kurd Mehmet Demîr têkildarî mîtîngê bîranînên xwe ji ANF'ê re vegot û got, "Rêxistinan hemûyan bi hezaran kes anîn. Li tevahiya Elmanyayê hejmara girseya alîgirê me derdora 600 kesî bû." Alîgirên PKK'ê sala 1980'î meha Îlonê Komeleya Karkerên Şoreşger a Kolnê ava kirin û bi vî rengî li Elmanyayê bûn xwedî saziyeke rêxistinbûyî.

Rojeva wê demê ya sempatîzanên PKK'ê bêguman berxwedana kadroyên pêşeng ên PKK'ê yên li zindana Amedê bû ku hewl didan ji cîhanê re ragihînin. Ji bo piştgiriyê bidin berxwedana rojiya mirinê ya 14'ê Tîrmeha 1982'an li gelek bajarên Elmanyayê çalakiyên bêîteatiya sivîl û grevên birçîbûnê li dar xistin. Efsaneya berxwedana Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Ferhat Kûrtay, M. Hayrî Dûrmûş û hevrêyên wan ev girseya biçûk a li Elmanyayê xistibû nava kelecanê.

Di salvegera duyemîn a 12'ê Îlonê de hejmara girseyê zêde dibû. 11'ê Îlona 1982'an rêxistinan hemûyan ji bo şermezarkirina cûntayê vê carê berê xwe dan Frankfûrtê. Hejmara alîgirên PKK'ê di wê meşê de yekemcar hezar kes derbas kiribû. Girseya gel bi pankarteke mezin a bi nivîsa PKK'ê û posterê Mazlûm Dogan meşiya û dirûşmên "Bijî serxwebûn, bimire koletî", "Mazlû amirin", "Bijî Partiya Karkerên Kurdistan" qîriya.

PÊVAJOYA KU BI 15'Ê TEBAXÊ RE GUHERÎ

Rojeke Newrozê bû, 21'ê Adara 1984'an bû. Çend meh beriya têkoşîna çekdarî ya PKK'ê, qelebalixiyeke biçûk li Kolnê li hev civiya û dest bi avakirina xeleka rêxistinbûna herî berfireh û cidî ya PKK'ê kirin. Federasyona Yekîtiyên Çandê û Karkerên Welatparêz ên Kurdistanê yên Elmanyayê (FEYKA) wê rojê hate ragihandin. Heta qedexeya sala 1993'an 9 salan bajar bi bajar karê rêxistinbûnê kir û di demeke kurt de bi dehan komele û sazî di bin sîwana xwe de li hev civand.

Em li sala 1984'an vegerin... Di 15'ê Tebaxê de fîşekên ku destpêkê hatin teqandin, di serî de Elmanya wê nêrîna hêzên rojavayî ya li PKK'ê ji bingehê ve biguherandibûya. Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn ku saziya îstîxbarata navxweyî ya Elmanyayê ye, yekemcar di sala 1985'an de di rapora xwe ya salane de cih da PKK'ê. Di beşa "Komên biyanî yên tundrew" de bi sernavê "Kurd" dihate gotin ku îstîxbarat ji nêz ve PKK'ê dişopîne. Di rapora wê salê de dihate ragihandin ku "FEYKA-Kurdistan" û Hunerkom xwedî hezar alÎgiran e. Li gorî rapora îstîxbaratê ya sala 1986'an hate weşandin PKK'ê bi navê "Kampanya bexşê" li Elmanyayê 45 hezar Mark pere kom kir.

21'ê Adara 1985'an jî Eniya Rizgariya Neteweyî ya Kurdistanê (ERNK) hate ragihandin. Ev yek li gel têkoşîna çekdarî dihate wateya rêxistinbûna girseyî. Ji şahidên wê demê Mehmet Demîr bi 15'ê Tebaxa 1984'an û avabûna ERNK'ê re guhertina nêrîna li Elmanyayê ya li PKK'ê wiha nirxand: "Bi 15'ê Tebaxê re nêzîkatiya li me gelekî guherî. Destpêkirina têkoşîna çekdarî ya PKK'ê hejmara girseya me zêde kir, yekîneyên dewletê jî xiste nava fikaran. Mînak, beriya 15'ê Tebaxê SPD'î diketin doza serlêdana penaberiyê ya hevalên ku xwe weke endamên PKK'ê didan nasîn û ji bo serlêdana wan bê qebûlkirin zext dikirin. Piştre ev rewş ji nişka ve guherî. Ji ber ku Elmanya bi potansiyela PKK'ê hesiya. Ji xwe Elmanya li dijî rêxistinbûna gel xwedî tecrûbe bû û konsepta xwe yekser xiste dewrê."

Bêguman rêveberiya Bonnê li dijî têkoşîna azadiyê ya Kurd li gel rejîma Enqereyê cih digirt û wê ev rastî venaşartibûya. Elmanya ya rojava ji bo tepisandina têkoşîna azadiyê ya Kurd, wê ji aliyê siyasî û leşkerî ve bi her awayî piştgirî bida dewleta Tirk. Sala 1985'an Serokwezîr Helmût Kohl, sala 1986'an jî Serokkomar Rîchard von Weîzsaecker wê biçûna Enqereyê û têkiliyên bi rejîma 12'ê Îlonê re xurt kiribûna. Kenan Evren û yên li derdora wî di her hevdîtina bi rayedarên Elmanyayê re ji lîderên dewletê yên Elman re digot, "Em hîn bêhtir ji we tiştan hêvî dikin."

HEVDÎTINA REBMANN A BI SEFÎRÊ BILIND Ê TIRK RE

Wan rojan Serdozgerê Federal ê Elmanya Rojava yê wê demê Kûrt Rebmann kete dewrê. Rebmann ku ji aliyê dîroknasê Elman Nîck Braûns ve wekwe "dostê nêz ê cûntakarên Tirk" dihate pênasekirin, li Karlsrûheyê ku navenda Serdozgeriya Federal lê ye, mêvanê daîmî yê Konsolosxaneya Tirk bû. Rebmann heman piştî 12'ê Îlonê tevlî resepsiyona 29'ê Cotmehê ya li konsolosxaneyê bû ku yek ji tenê çend Elmanan bû ku tevlî bû. Rebmann wê rojê derkete pêşberî rojnamevanan û ji aliyê rayedarên dewleta Tirk ve li ber derî dihate pêşwazîkirin.

Cotmeha 1986'an Rebmann bi Sefîrê Bilind ê Tirkiyeyê yê li Bonnê Oktay Îşçen û Konsolosa Karlsrûheyê Sevînç Dalyanoglû re rûnişt. Di hevdîtinê de ku bi navê "Hevkariya di têkoşîna dijî terora navneteweyî" de Rebmann û rayedarên Tirk li dijî têkoşîna azadiyê ya Kurd bi navê 'plana çalakiyê' lîsteya karên divê bên kirin amade kir. (Rojnameya berxwedanê wêneyê wê hevdîtinê di hejmara xwe ya 15'ê Nîsana 1990'î de wê biweşanda.) Ji ber ku piştî Olof Palme di 28'ê Sibata 1986'an de hate kuştin û li Swêdê nêçira li dijî Kurdan dest pê kir, bal çûbû ser Elmanyayê. Halbûkî Nûnertiya Ewropayê ya PKK'ê di belavokeke xwe de ya 3'ê Adara 1986'an ji roja destpêkê ve bal kişandibû ser komployê.

"Mirovahiyê û gelê Swêdê di 28'ê Sibata 1986'an de hezkiriyekî esîl ê aştiyê winda kirin. Ev bûyera kuştinê bi berpirsyariya hevpar a CÎA-MÎT-MOSSAD'ê ji aliyê hêzên ku dixwazin derbê li aştiya navneteweyî bixin hate kirin. Palme bi karên xwe yên çalak, di vê demê de ku li dinyayê însiyatîf ketiye destê aştîhezan hate kuştin, ku ev yek ne tesadûfî ye. Hêzên ku hewl didin têkoşîna gelê Kurd bişikînin, di Tebaxa 1985'an de bi rêya çapemeniya Tirk hewl dan belav bikin ku 'PKK'ê Palme kuştiye'. Ev derew ji aliyê rejîma Tirk û medya wan ve ji bo reşkirina partiya me bi zanebûn hatine weşandin. Bi kuştina Palme re hem tol ji aştîhezekî hilanîn, hem jî dixwazin krediya gelekî ji bo azadiyê têdikoşe bixînin."

Êvara 28'ê Sibata 1986'an piştî kuştina Palme, Midûrê Emniyetê yê Swêdê Hans Holmer ragihand ku wê bi xwe vê bûyera kuştinê lêkolîn bike û bi pey "Şopa Kurd" a bi xeyalî ya bi Rebmann afirand, ket. Komploya ku li dijî Kurdan hate kirin yekemcar ji aliyê rojnameya Hurriyetê ve hate weşandin. 6'ê Adara 1986'an di nivîseke ku bi sernavê "Çima gumana PKK'ê?" hate weşandin de wiha dihate gotin: "Di dawiya dawî de tişta em li bendê bûn pêk hat û PKK kete nava gumanbaran." Heman rojê li Swêdê avêtin ser malên Kurdan, bi kelepçekirinê destgîr kirin û lêpirsîn kirin. Ji ber ku encamek ji vê yekê bi dest nexistin vê carê jî Serdozgerê Federal ê Elman Kûrt Rebmann kete dewrê.

KIRYARÊN SALÊN 1986, 87 Û 88'AN ÊN REBMANN

Bi fermana Rebmann di 21'ê Adara 1986'an de li Dûîsbûrgê di salvegera yekemîn a damezrandina ERNK'ê de li dijî Kurdên ku amadekarî ji şeva Newrozê re dikirin plana operasyonê hate amadekirin. Polîsan wê rojê rêyên ber bi Dûîsbûrgê ve hemû girtin û li Cemîl Bayik û Abdullah OCalan digeriyan ku weke "plansazên sereke" yên kuştina Palme îlan kiribûn. Hin rêxistinên Kurd ên dijberiya PKK'ê dikin, îxbar kiribûn. Polîsên ku li Dûîsbûrgê lêgerîneke berfireh kirin ne Bayik ne jî Ocalan dîtin. Mehmet Demîr ku salona Dûîsbûrgê ji bo Newrozê bi navê xwe kirê kir, qala wê rojê kir:

"Dihate plankirin ku bi 10 hezar kesî Newroz bê pîrozkirin. Lê belê hin Kurdên li Swêdê bi serkêşiya Kemal Bûrkay gotegot belav kirin û digotin ku Serok Apo wê tevlî vê şevê bibe. Her wiha 8 rêxistinan belgeya nivîskî dan îstîxbarata Elman û Elmanya li dijî me sor kirin. Wê demê min bi xwe şev organîze dikir û bi navê xwe min salon kirê kir. Wezîrê Karên Hundir ê Eyaleta NRW'ê bi rêya telefonê ji min re got, 'Tiştekî ku ez karibim bikim nîne, ferman ji devereke mezin hatiye'. Avêtin ser gelek deveran û rêyên li eyaletê girtin. Lê belê bi ser neketin, tevî qedexeyê jî me pîrozbahiya xwe li dar xist."

Lîstikên li dijî tevgera azadiyê ya Kurd bi dawî nedibûn. Di Tebaxa 1986'an de di salvegera duyemîn a 15'ê Tebaxê de nûçeyek bi sernavê "Çalakiya êrişa bombeyî ya PKK'ê ya li dijî Konsolosxaneya Tirk a li Hambûrgê di kêliya dawî de hate astengkirin" di manşeta çapemeniya Tirk de hate weşandin. Di vê senaryoyê de ku wê piştre bihata fêhmkirin ku MÎT'ê amade kiriye, qaşo PKK'iyek li Hambûrgê dema ku hewl dida dolabeke emanetê ya li gara trenê ya navendî veke ku çek û teqemenî tê debû hatibû girtin. Lê belê Nûnertiya PKK'ê ya li Ewropayê yekser belavokek weşand û ragihand ku kesê hatiye girtin ti eleqeya xwe bi rêxistinê re nîne.

Polîsên Elman jî heman piştî bûyerê avêtin ser komeleya Kurdan a li Hambûrg-Altonayê û îdîa kir ku "belgeyên gelekî girîng" hatine bidestxistin. Medya Tirk yekser kete dewrê û di rojnameya Mîlliyetê de roja 21'ê Tebaxa 1986'an maneta "Planên nû yên çalakiyan ên PKK'ê hatin bidestxistin" hate weşandin. Di wê nûçeyê de wiha dihate gotin, "Di nava belgeyên ku polîsan bi dest xistin, planên çalakiyan ên PKK'ê yên li dijî dîplomat û nûnertiyên li Elmanyayê hebûn. Rayedarên Elman ên federal ji bo girtina sazî û komeleyên ser bi PKK'ê ketin nava liv û tevgerê."

LI 11 BAJARAN AVÊTIN SER MALÊN 43 KURDAN

Her wiha bi fermana taybet a Rebmann di rojên destpêkê yên Tebaxa 1987'an vê carê li 11 bajaran avêtin ser 43 malên Kurdan. Di van operasyonan de polîsan dest danîn ser 700 hezar Mark pereyên Kurdan. Heman salê li Swêdê Hans Holmer û Rebmann lêpirsîn dimeşandin û 'Şopa Kurdan' a di bûyera Palme de bêhtir berfireh kirin. Di destê polîsên Swêdê û Elman de êdî 'wêneyekî bersûc ê kujer' hebû. Rojnameya Hurriyetê 2'ê Îlona 1987'an bi manşeta "Swêd li Hasan ê PKK'î digere" çap bû. Manşetên wê rojê yên çapemeniya Tirk nîşan dida ku komploya li dijî Kurdan bi kuştina Palme hate amadekirin karekî hevkar ê Tirk-Elman-Swêdê bû.

Di vê navberê de di navbera 18-20'ê Çileya 1988'an de li Dursseldorfê konferansa polîsan a navneteweyî pêk hat. Du pisporên terorê yên Swêdê ku dosya Palme di çeteyê wan de bû beşdarî vê civînê bûn. Di civînê de servîsên veşartî yên Ewropî biryar dan ku li dijî PKK'ê têkoşîneke hevpar û bi bandor bikin. Piştre di nava meha Sibatê de bi fermana Rebmann polîsên Elman ketin nava liv û tevgerê. Endamên Komîteya Navendî ya PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Dûran Kalkan jî di nav de nêzî 20 kes li bajarên cuda hatin destgîrkirin. Hasan Hayrî Guler ku ji aliyê medya Tirk ve weke "kujerê Palme" hate ragihandin yek ji wan kesan bû ku destpêkê hate girtin. Guler ku li Dusseldorfê hate darizandin wê cezayê muebetê lê bihata birîn, piştî ku 10 salan bi tena serê xwe li hucreyê hate hiştin bi giştî 15 salan girtî ma, wê sala 2003'an bihata berdan.

Rebmann 18'ê Sibata 1998'an derkete pêşberî çapemeniyê û pesnê operasyona li dijî PKK'ê dida. Wiha digot: "Yên ku me ew girtine serkêş in. Em li bendê ne ku ji bo berdana van milîtanan, PKK rojên bê çalakiyan bike. Bersûc bi saziyên mîna FEYKA, ERNK û Hunerkomê ku li Elmanyaya Federal bi rengî qanûnî ava bû, ji bo li Tirkiyeyê dewleteke Kurd ava bikin piştgiriyê didin têkoşîna çekdarî. Di nava dewletê de mîna dewletê tevdigerin û alîkariyê didin terora li Tirkiyeyê. Çalakiyên van ewlehiya navxweyî ya Elmanyayê jî dixe metirsiyê."

DARIZANDINÊN DUSSELDORFÊ

Rebmann ku PKK weke "dijminê herî mezin ê ewlehiya navxweyî" îlan kir, dadgehên ku ji bo endamên RAF'ê li Stammheîmê ava kirin piştî bi salan li Dusseldorfê li dijî şoreşgerên Kurd jî wê bixista meriyetê. Di 24'ê Cotmeha 1989'an de darizandin wê li Dadgeha Eyaletê ya Dusseldorfê dest pê kiribûya û li gel gelek skandalên di nav de wê bibûya doza herî mezin a siyasî ya Elmanyayê. Ji 18 kesên ku ji hev cuda di nava camê de derketin pêşberî dadgeriyê 15 ji wan bi girtî dihatin darizandin. Di rûniştinên dozê de ku berdêla xwe bû 8.5 milyon Markî şoreşgerên Kurd di heman demê de hevkariya dewleta Elman a bi dewleta Tirk re darizandin.

Serdozgerê federal Rebmann xwest ku PKK jî mîna RAF'ê ji xala 129'an a "qanûna terorê" bê darizandin û li pêşberî rexneyên "PKK rêxistineke Elman nîne" tengav bûbû. Dozgerên di nava koma Rebmann de bûn bi gotina "Na, navenda PKK'ê ya li Ewropayê li Kolnê ye" û bi vî rengî hewl didan sparteyekê di îdîanameyê de amade bikin û dixwestin ku qanûna ceza ji bo wan derbasdar bibe. Piştî bi salan di sala 2003'an de dewleta Elman wê çareyek ji vê tevlîheviyê re bidîta. Li xala 129'an wê benda 'b' bihata bicihkirin û qanûna 'rêxistina terorê ya biyanî' amade kiribûya. Bi vî rengî girtin û darizandinên li dijî PKK'ê wê di çarçoveya vê qanûnê de bihat kirin.

Pêvajoya Dusseldorfê ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurd bi vî rengî girîng bû. Yek ji kesên wê demê hate destgîrkirin û lêpirsîn Mehmet Demîr bû. Li gorî Mehmet Demîr avahiya dadgehê ya li Dusseldorfê mêvandarî ji gelek bûyeran re dikir ku ne kêmî romanekê bûn. Demîr bal kişand ser gotina dadgerekî li heyeta dadgehê ku wî dadgerî digot, "Em li vir hewl didin PKK'ê biçûk bixin, lê PKK bi van darizandina mezintir bû." Demîr wiha dewam dike:

"Yek ji kesên hatin darizandin jî hevalên Huseyî Çelebî bû ku şehîd bû. Li pêşberî zimanê wî yê Elmanî yê bêhempa heyeta dadgehê pes kirin. Tercûmanên herî baş ên bi pereyî zêde anî bû pûç dikir, nedihişt ku bêhnokek, nuqteyek jî şaş bê nivîsandin. Di dawiya dawî de profesorekî ku di mijara Tirkî-Elmanî de pispor bû anîn û biryar dan ku axaftinan hemûyan di bin çavdêriya wî de wergerînin. Li derve jî girseyeke bi coş hebû. Ne tenê li Dusseldorfê li her devera Elmanya û Ewropayê Kurdan bi darizandinên Dusseldorfê pêvajoya salên 1990'î ku em dikarin jê re serhildan bêjin, dan destpêkirin. Dewleta Elman di asteke bilind de propagandaya PKK'ê kiribû."

NASNAMEYA REBMANN A KU PIŞTÎ BI SALAN EŞKERE BÛ

Darizandinê heta Adara 1993'an dewam kir, lê dozgerên Rebmann encama ku dixwestin bi dest nexistin. Dadgehê nekarî mohra "rêxistina terorê" li PKK'ê bixe. Di dawiyê de hin bûyerên kuştinê yên li Elmanyayê û welatên cuda yên Ewropayê kirin hincet û cezayê girtîgehê li 4 kesan birîn. Alî Haydar Kaytan ku 7 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn û Dûran Kalkan ku 6 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn di Adara 1994'an de hatin berdan. Kalkan ku di Nîsana 1988'an de li sînorê Swîsreyê hate destgîrkirin û girtin, mijar bi ber destê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê. Di Tîrmeha 2001'ê de jî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryara xwe eşkere kir û Elmanya mehkûm kir.

Di vê navberê de Kûrt Rebmann ku heta bimire dostaniya xwe ya bi dewleta Tirk re dewam kir, salek piştî mirina wî ya sala 2005'an bi qanûna "mafê agahdarkirinê" re qedexeya li ser belge û dokûmanên dema Nazî hate rakirin. Piştî vê qanûna ku sala 2006'an kete meriyetê, rojnamevan û lêkolînerên Elman dest bi eşkerekirina belgeyên paşeroja Naziyan kirin.

Sala 2011'an dor hatibû Kûrt Rebmann. Kovara Stern a heftanê ragihand ku Rebmann dema ku 18 salÎ bû sala 1942'an endamê partiya rejîma Nazî NSDP'ê bû û nasnameya endametiya wî ya NSDP'ê weşand. Piştî ku Elmanya Nazî sala 1945'an hate hilweşandin, Rebmann 3 salan li naa NSDP'ê bi rengekî çalak xebitî û piştî Şerê Duyemîn ê Cîhanê di sala 1946'an de dozek li dijî wî hate vekirin, lê belê piştî demeke kurt dosya hate betalkirin. Piştî ku perwerdeya xwe ya hiqûqê qedand, li Eyaleta Baden-Wurtembergê kete Wezareta Edaletê. Wê destpêkê ji aliyê şoreşgerên Elman û piştre jî ji aliyê şoreşgerên Kurd ve bi kîn û hêrseke mezin bihata bîranîn.