Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Drama penaberan mezin dibe

Hejmara penaberên li gelemperiya cîhanê gihîşt asta serdema Şerê Duyemîn ê Cîhanê. Penaber di nava şert û mercên hê bêhtir tirsnak de ne.

Par tevî ku serlêdanên penaberiyê de hinekî kêm bû jî, di rêya koçberiyê de bi taybetî li Derya Spî bi hezaran penaberan jiyana xwe ji dest dan û hê jî jiyana xwe ji dest didin. Di sala 2016'an de, 5.200 ji mirovên li gelemperiya cîhanê di rêya koçberiyê de jiyana xwe ji dest dan, li Derya Spî xeniqîn. Bi hezaran koçberên di rêyên bejahî de jiyana xwe ji dest dane, nehatine qeydkirin jî.

Li gorî rêjeya dawiya sala 2016'an, hejmara mirovên li hundirê welatê xwe koçber bûne gihtîşe 40.3 mîlyonî. Li gorî sala 2015'an, 500 hezar koçber kêm bûn. Sûriye, Iraq û Kolombiya, welatên sereke ne ku şerê navxweyî lê diqewime. Welatên din, ku koçberiya navxweyî lê zêde ye, Komara Demokratîk a Kongo û Sûdan a Başûr e.

'JI SALA 1950'Î Û VIR VE TI CARÎ EWQAS PENABER NEBÛ'

Par, herî kêm 22,5 mîlyon kes ku piraniya wan ciwanên li binê 18 salî ne, weke penaber li welatekî din dijiyan. Ji sal a1950'î dema avabûna UNHCR û vir ve cara yekemîn e di vê asta bilind de penaber derdikevin holê.

Di sala bihurî de 2,8 mîlyon kesî serlêdana penaberiyê li welatekî din kirin. Ev rêje li gorî sala 2015'an bi 400 hezar kesî kêm bû. Lê belê tevî vê yekê jî hejmara mirovên weke penaber dijîn, zêde bû.

Tê dîtin, ku di nava 5 salan de hejmara giştî ya penaberan salane bi mîlyonekê zêde bûye. Ev zêdebûn par kêm bû.

Sûriye ji aliyê penaberan ve di rêza yekemîn de cih digire. 65 ji sedî yê 12 mîlyon nifûsa Sûriyeyê penaber in (Hem li nava welêt hem jî li derveyî welêt). Li Kolombiyayê ya ji 48 mîlyon kesî, ku şerê navbera gerîlayên FARC'ê û hikumetê hate qedandin, 7,7 mîlyon kes ji cih û warên xwe bûne.

HER SAL 75 HEZAR ZAROKÊN JI MALBATA XWE QUT BÛNE, SERLÊDANA PENABERIYÊ DIKIN

Li gelemperiya cîhanê, yek ji xalên herî balkêş ên drama penaberan jî, hejmara penaberên zarok ên bi tena serê xwe welatê xwe terikandine. Par, hejmara zarokên bi tena serê xwe ji welatê xwe derketin, 75 hezar bû. Ev zarok di rêya penaberiyê de dikevin nava lepên qaçaxçiyên însanan û rêxistinên din ên sûc ên organîzeyî. Tenê sala bihurî 10 hezar penaberên hewl didan xwe bigihînin Ewropayê winda bûn, ya jî ji ber sedemên cuda serî li meqamên fermî nedan.

5 MÎLYON KESÎ XWE LI WELATÊN XIZAN GIRTIN

Yek ji xaleke din a girîng ku pirsgirêka penaberan hê trajîk dike ew e, ku yek ji şeş kesan xwe li welatên bi pêş dikevin ya jî gelekî xizanin, girtine. Hê jî tenê 16 ji sedî yê 22,5 mîlyon penaberan xwe li welatên pêşketî girtine.

4,9 mîlyon van penaberan, neçar mane xwe li welatên herî xizan ên cîhanê bigirin. Li van welatên ku ji xwe pirsgirêka xizaniyê lê giran e, xeteriya birçîbûn û tenduristiyê derdikeve holê.

Mînak; ji mirovên ji ber şerê navxweyî yê li Sûdan a Başûr neçar mane welêt biterikînin; 900 hezar li ûganda, 375 hezar li Sûdanê û ewqas jî li Etiyopyayê dijîn. Li Kenyayê 97 hezar welatiyên ji Sûdan a Başûr dijîn. Hejmara mirovên ji ber şerê navxweyî ji welatê xwe derketine, 76 hezar kesî xwe li Komara Kongo ya Demokratîk girtine.

ASTA DRAMA LI DERYA SPÎ WÊ ZÊDE BIBE

Drama penaberan a li gelemperiya cîhanê di asteke balkêş de ye. Mirina penaberan êdî weke nûçeyeke ji rêzê tê weşandin.

Penaber ji bo xwe ji Parzemîna Afrîkayê û ji welatên Rojhilata Navîn bigihînin welatên Ewropayê, neçar dimînin ji Derya Spî derbas bibin. Ji ber vê yekê jî her sal bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest didin. Li gorî daneyên UNHCR, di sala 2015'an de ji penaberên hewl dan di ser Derya Spî û Egeyê re xwe bigihînin Ewropayê, 3 hezar 770 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Saziyên UNHCR û Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) ragihandin, di sala 2016'an de ev hejmar di navbera 3 hezar 900 kesî het a5 hezar kesî de ye.

Li Derya Spî, ku ij destpêka vê salê ve zêdeyî 1800 penaberî jiyana xwe ji dest dan, tenê duh (19'ê Hezîranê) di karesateke keştiyê de zêdeyî 120 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Bi havînê re ev pêla penaberiyê ya ji Lîbyayê ber bi Ewropayê ve wê zêde bibe û tê texmînkirin ku asta vê dramê zêdetir bibe.