Dozgeriyê dosya Roboskiyê şand Dozgeriya Leşkerî

Dozgeriyê dosya Roboskiyê şand Dozgeriya Leşkerî

Serdozgeriya Komarê ya Amedê di çarçoveya lêpirsîna ku têkildarî komkujiya li gundê Roboskî ya ser bi navçeya Qilabana pêkhat birêve dibir, biryara nepeywiriyê da. Dozgeriyê dosya ji Dozgeriya Leşkerî ya Serfermandariya Artêşa Tirk re şand.

28’ê Kanûna 2011’an balefirên artêşa tirk gundê Roboskî yê ser bi navçeya Qilbana Şirnexê ve bombebaran kir û di encama bombebaranê de 34 welatiyên Kurd hatin qetilkirin, her wiha lêpirsîna ku têkildarî komkujiyê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve dihat birêve birin, da diyarkirin ku ew nakeve çarçoveya xebatên wan de û biryara bêpeywiriyê da. Serdozgeriyê dosya lêpirsînê ji Dozgeriya Leşkerî ya Serfermandariya Artêşa Tirk re şand.