Dozgeriya Tirk ferman da ku Yuksekdag bi zorê bînin îfadeyê

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ferman da, ku bi zorê Yuksekdag bînin îfadeyê.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, têkildarî sê lêpirsînên cuda yên jin ber axaftinên li Îzmîr û Mersînê bang li Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag kir ji bo îfadeyê bide. Serdozgeriyê ferman da, ku eger Yuksekdag neyê îfadeyê, divê bi zorê were anîn.

Serdozgeriyê di ewraqa bangawaziyê de ragihand, ku destnedana Yuksekdag hatiye rakirin û ji dozgeriyên pêwendîdar xwest; "vexwendînameyê bişînin navnîşana Yuksekdag. Eger hat, divê weke gumanbar îfadeya wê bê girtin. Eger nehat, bi zorê bê anîn."

Hevseroka Giştî ya HDP'ê di axaftina xwe ya ji ber wê ket ber lêpirsînê de ev mesaj dabû: "Gelê Îzmîrê wê bibîne, jin û ciwanên Kurd ên li Licê ti cudahiya wan ji Şêx Bedrettîn, ji Borkluce nîne.  Ez bawerim wê neviyên Şêx Bedredttîn ji Îzmîrê destê biratiyê dirêjî Licê bikin."