Dozgeriya Hambûrgê: Em ê ji nedîtî ve neyên

Dozgeriya Hambûrgê ragihand, eger bûyerên mîna yên li Washîngtonê di dema Civîna Bilind a G20'an biqeimin, ew ê tavilê dozê vekin.

Midûrê Polîsên Hambûrgê Ralf Martîn Meyer, li hemberî bûyerên di dema Civîna Bilind a G20'an biqewimin, hişyarî dabû parazvanên 'serokdewletên biyanî', bi taybetî yên Serokkomarê Tirk Erdogan.

Hişyariyeke din a bi heman rengî vê carê ji Dozgeriya Hambûrgê hat. Yek ji rojnameyên sereke yên rojane yên Elmanyayê Bîld'ê ragihand, eger bûyerên mîna yên li Washîngtonê li Elmanyayê jî biqewimin, wê Dozgeriya Hambûrgê tavilê bikeve nava liv û tevgerê.

Rojnameyê agahiyên nûçeya xwe spart çavkaniyên nêzî dozgeriyê û diyar kir, eger parêzvanên Erdogan sûc bikin, wê Dozgeriya Hambûrgê di cih de lêpirsîn û dozê veke.

MIDÛRÊ EMNIYETÊ JÎ HIŞYAR KIRIBÛ

Midûrê Emniyeta Polîsan a Hambûrgê Ralf Martîn Meyer jî pêr li kovara Der Spîegelê re axivî bû û anîbû ziman, ku polîs wê dest li xwepêşandan an jî şerê ji ber Civîna Bilind a G20'an rû bide, werdin. Meyer ev hişyarî da bû: "Li Hambûrgê wê dîmenekî mîna yê li Washîngtonê ku parêzvanên Serokkomarê Tirk li xwepêşandêran xistibû, rû nede."

Ralf Martîn Meyer li ser helwesta êrîşkariyê ya li Washîngtonê diyar kiribû, ku 'erka polîsî' ya parêzvanên heyetên dewletên biyanî nîne û gotibû, "Parêzvan, tenê di rewşeke pêwîst de dikarin ji bo kesê diparêze wezîfedar be."

Civîna Bilind a G20'an wê îsal li bajarê Hambûrgê di navbera 7-8'ê Tîrmehê de bê lidarxistin. Heta niha herî kêm 25 serlêdan ji bo xwepêşandana protestoyî hatiye kirin. Bi qasî 20 hezar polîs hatine wezîfedarkirin.