Dozger ji bo Yuksekdag 7 sal ceza xwest
Rûniştina doza lêpirsînê ya Fîgen Yuksekdag a ji ber gotinên kirî dihat darezandin pêk hat. Dozger, ji bo Yuksekdag de 7 sal ceza xwest.
Rûniştina doza lêpirsînê ya Fîgen Yuksekdag a ji ber gotinên kirî dihat darezandin pêk hat. Dozger, ji bo Yuksekdag de 7 sal ceza xwest.
5'emîn rûniştina doza Hevseroka Giştî ya berê ya HDP'ê Figen Yuksekdag li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrsînê pêk hat. Dozger bi îdîaya di kongreya HDP'ê ya 2016'an û Newrozê de propaganda rêxistinê kiriye doz vekiribû. Fîgen Yuksekdag bi rêya SEGBÎS'ê beşdarî rûniştina dozê bû.
Parêzer Serap Angay, ji bo pêşnûmeya têkildarî destnedayînê ya ku li Meclîsê hatibû qebûlkirin, bal kişand ser serlêdana wan a Dadgeha Destûra Bilind (AYM), ji bo vê daxwaz kir ku ev doz bê rawestandin. Her wiha Angay daxwaz kir ku wuwekîla wê li rûniştina dozê de amade bibe, bi xwe parastina xwe bike.
Heyeta dadgehê daxwaza Yuksekdag a li salona dadgehê amade biber ed kir.
Dozger, Yuksekdag bi sûcê “Gelê Tirk, Serokkomar û Meclîsa Gel a Mezin a Tirk biçûk xistiye” daxwaz kir ku ji 6 mehan heta 2 salan ji sûcê “Propgandakirina rêxistinê” jî ji 1 salê heta 5 salan bê cezakirin.
Parêzer Angay ji bo xwendina sûc daxwaza dem kir, daxwaz kir ku doz bê taloqkirin.
Doz taloqî 13’ê Tîrmehê hate kirin.