Dozger: Dewletê agahî da kesên têkiliya wan bi komkujiya Enqereyê re hene!
Dozgerê lêpirsîna komkujiya Enqereyê bi rê ve dibe, got ku yekeyek girêdayî dewletê ji bo kesên têkiliya wan bi komkujiyê re hene birevin agahî daye.
Dozgerê lêpirsîna komkujiya Enqereyê bi rê ve dibe, got ku yekeyek girêdayî dewletê ji bo kesên têkiliya wan bi komkujiyê re hene birevin agahî daye.
Dozgerê lêpirsîna komkujiya Enqereyê bi rê ve dibe, got ku yekeyek girêdayî dewletê ji bo kesên têkiliya wan bi komkujiyê re hene birevin agahî daye.
Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Balûken, têkildarî Komkujiya Enqereyê ku hikûmeta AKP’ê û medyaya wê berevajîkirinan dikin bersiv da pirsên ANF’ê.
Balûken ê agahiyeke ku bibe rojev parve kir ku got, "Serokwezîr û medyaya AKP’ê der barê komkujiyê de hewl didin nêrîneke cuda ava bikin”, hedefgirtina PKK û HDP’ê wek mînak nîşan da. Balûken ragihand ku bi dozgerê Komkujiya Enqereyê lêpirsîn dike re hevdîtin pêk anîne û ev agahî da:
JI DOZGER MIKURHATINÊN GIRÎNG
"Me bi dozgerê ku lêpirsînê dimeşîne re hevdîtinek pêk anî. Dozger ji bo agahiyên dawî yên der barê agahiyên mirovên jiyana xwe ji dest dane û dîsa nasnameyeke winda de rewşa dawî fêr bibe li min geriyabû. Dozger di hevdîtina me de got ku der heqê kesên li pişt plana komkujiyê de ne gihiştibûn agahiyên girîng, lê ji ber ji nav dewletê agahî çûye ev kesên li ber girtinê reviyane. Her wiha diyar kir ku ti eleqeya wan kesan ku weke hinek behs dikin bi HDP’ê re nîne. Ez dubare dikim; dozger mikur hat ku yekeyek ji nav dewletê agahî daye kesên têkiliya wan bi komkujiyê re hene. Dema yekeyek ji nav dewletê agahî da; ev kes reviyane, cih guhertine. Dozger bi rengekî zelal got ku tu eleqeya vê bi derdorên nêzî HDP’ê re nîne, her wiha diyar kir ku wê di demeke nêz de bigihêjin wan kesên behsa wan dike."
'DAVÛTOGLÛ DIXWAZE KESÊN AGAHÎ DANE VEŞÊRE!'
Balûken ragihand ku dozger gotiye, kesên têkiliya wan bi komkujiyê re heye, girêdayî DAIŞ’ê ne û bal kişand ku ev yekeya agahî daye wan kesan rola dewletê nîşan dide.
Balûken got, "Davûtoglû û kesên dixwazin nêrîneke cuda ava bikin, dixwazin van kesên hewl didin piştperdeya vî karî ya di nav dewletê de derxin holê asteng bikin.”
'NAVNÎŞANÊN DI TEVNA CIVAKÎ DE BI AKP Û MÎT’Ê RE TÊKILDAR IN'
Balûkan destnîşan kir ku ti eleqeya partiya wan bi navnîşanên bi guman ên di tevna civakî de nîne, ev kes girêdayî AKP û MÎT’ê ne.