Dozeke din a kuştinê bê ceza ma
Dozeke din a kuştinê bê ceza ma
Dozeke din a kuştinê bê ceza ma
Polîsê ku di sala 2009’an de li Esenyurtê karkerê bi navê Alaaddîn Karadag qetil kir ji "parastina rewa" berdan. Dadgehê biryar da ku polîsê bersûc Oguzhan Vural li gorî Qanûna Polîsan a Wezîfe û Selahiyatê tevgeriyaye û înfaz bê ceza hişt.
Helwesta polîsan a êrîşkar a li hemberî berxwedêrên Taksîmê ku, careke din Qanûna Polîsan a Wezîfe û Selahiyetê careke din anî rojevê , polîsê Alaaddîn Karadag qetil kir di parastina xwe de got “Min rayeya ku qanûnê da min bi kar anî.” Dadgeha 9’emîn a Cezaya Giran a Bakirkoy ku îfade dubare kir polîsê bersûc berda.
Mîlîtanê Partiya Karkeran a Komunîst a Tirkiyeyê (TKÎP) Alaaddîn Karadag, di 19’ê mijdara 2009’an de li Esenyurta Stenbolê ji aliyê polîs ve hat qetilkirin. Piştî qetilkirinê der barê polîsê ku Karadag qetil kir bi sedema “Bi zanebûn kuştina mirov”, "Li ser malê kesan bi awayekî nelirê teserrûf ", "Bi awayekî xerab bikaranîna wezîfeyê” ji aliyê Dadgeha 9’emîn a Cezaya Giran a Bakirkoy doz hatibû vekirin. Lê belê ev doz jî mîna heman dozên înfazê bi awayekî bê ceza qediya. Polîs Vural, ji tevayî sûcan beraet kir.
Dadgeha 9’emîn a Cezayê Giran a Bakirkoy ku polîs Vural ji sûcdariya “Bi zanebûn kuştina mirov” berda û got ku bersûc “Rayeya parastina rewa” bi kar aniye. Ji bo her du sûcdarkirinên din jî got, "bi qasî tê xwestin delîlên ku sûc ji aliyê bersûc ve hatine kirin nîn in” û bersûc berda.
Dadgehê di biryara xwe de behsa xala Peymana Mafê Mirovan a Ewropa ya mafê jiyanê bi rêkûpêk dike kir. Lê belê ligel wê jî li gorî "Parastina kesekî li hemberî şîddeta dijberî huqûqê”, "Pêkanîna biryara binçavkirinê ya li gorî huqûqê yan jî astengkirina reva kesê li gorî huqûqê tê girtin” got ku kuştina mirovekî ne li dijî huqûqê ye.
Çepera parastina esasî ya dadgeh,bersûc û parêzeran jî bû Qanûna Palîsan a Wezîfe û Selahiyetê (PSVK). 16’emîn xala vê qanûnê destûr dide ku polîs sîlehê bi ar bîne. Hat destnîşankirin ku polîs Vural ê Karadag qetil kir jî ev raye bi kar aniye. Dadgehê jî heman hevok dubare kirine û biryara beraetê daye.
POLÎSAN DELÎL VEŞARTIN
Di her asta doza Alaaddîn Karadag de, skandala huqûqî rû da. Kincên li Karadag bû, ku ji bo tesbîta mesafeya berdanê gelekî girîng bû, heta du salan nehat peydakirin. Dûre hat dîtin ku kincên wî li Dadgeha Cezayê Giran a Xwedî Erka Taybet e.
Polîsan ji bo dîmenên MOBESE got, "di destê me de dîmen tineye." Lê belê di nivîseke Amîriya Buroya Kuştinê ya ji bo dosyayê şandibû de, dihat gotin ku dîmen di destê Şûbeya Têkoşîna li dijî Terorê ya Muduriyeta Emniyetê ya Stenbolê ye.
DADGERÊ BIRYARA KEŞFÊ DA, CIHÊ WEZÎFEYA WÎ HAT GUHERTIN
Di rûniştina 9'ê Mijdara sala 2010'an de, serokê dadgehê, biryar da ku li cihê bûyerê keşif bê kirin. Lê belê piştî vê biryarê, cihê wezîfeyê yê serokê dadgehê hat guhertin û ji bo Dadgeriya Înfazê ya Kandira hat wezîfedarkirin. Heyeta nû jî biryara keşfê bicih neanî.
GAVA BIRÎNDAR BÛ, JI BO MIRINE EW LI ERDÊ HIŞTIBÛN
Bi gotinên şahidan derketibû holê ku Karadag gava birîndar bû, ji bo jiyana xwe ji dest bide demeke dirêj li erdê hatibû hiştin. Yek ji şahidan Ayhan Talay di îfadeya xwe ya li rûniştina dozê de diyar kiribû ku Karadag bi saetan li cihê bûyerê hatiye hiştin, dema wan xwestine wî bibin nexweşxaneyê, polîsan ne hiştine.