Doza 13 ji wan girtî 43 xwendearên tibê yên di operasyona 6'ê hezîranê de hatin binçavkirin, li 12'emîn Dozgeriya Cezayê Giran ya Enqerê hat destpêkirin. Serokê TTB'ê Ozdemîr Aktan diyar kir ku, van xwedevanan divê çawa têkoşîna ji bo mafê tenduristiyê bê dayîn hîmê wan kir û ev tişt got: "Li vî welatî têkoşîna tênduristiyê jî sûce. Ev xwendekarên ji bo ku li dijî polîtîkaya tenduristiyê ya xeletin, niha girtî ne. Dê têkoşîna me heta dawiyê berdewam bike."
Li dijî xwendekarên fakulteyê û eczaciyên li Zanîngeha Gaziyê, Zanîngeha Enqerê û Hacettepeyê, 6'ê hezîranê operasonek pêk hat, di operasyona li 7 bajaran hemwext pêk hat de 43 xwendekarên hatin binçavkirin û 13 ji wan hatin girtin. Doza ku di derbarê xwendekaran de hat vekirin li 12'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Enqerê hat destpêkirin.
Di rûniştina yekemîn de, ji derveyê xwendedkarên girtî û serbest tên darezandin, parêzer, malbat û serokê KESK'ê Lamî Ozgen, parlamentera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel, parlamentera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, parlamentera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat, parlamenterê BDP'ê yê Mûşê Sirri Sakik, Serkê koma BDP'ê Îdrîs Baluken, sekreterê TÎHV'ê Metîn Bakkalci, Serokê berê yê TTB'ê Erîş Bîlaloglu û alîkarê serokê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu jî beşdar bû. Doz bi parastina xwedenvanan destpê kir.
MAFÊ TENDURISTIYÊ SÛCE
Beriya ku rûniştin destpê bike, gelek saziyên sivîl hatin ber Edliyeyê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankartên li ser nivîsa "Ji îşlikên spî re azadî, bila xwendekar serbest bên berdan" hat vekirin.
Li ser navê beşdaran serokê SES'ê Çetîn Erdolu daxuyanî xand û ev tişt got: "Kedkarên tenduristiyê ji bo ku mafên tenduristiyê parastin îro hatin girtin. Wan mafê tenduristiya gel parast. Ji bo ku ji van hevalan ditirsiyan, ew îro girtin û avêtin zindanan. Me ber xwe da em dê li berxwe bidin."
Piştî axaftina Erdolu, serokê Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Ozdemîr Aktan jî axaftinek kir û diyar kir ku, ew hatine xwendekaran bibin û destnîşan kir ku, girtina xwendekaran nayê qebûlkirin. Aktan wiha axivî: "Van xwendekaran divê çawa têkoşîna tenduristiyê bê dayîn nîşanî me kir. Li vî welatî lêgerîna mafê tenduristiyê jî sûce. Dê li dijî hemû bêhiqûqiyan têkoşîna me berdewam bike."
Li ser navê xwendekarên girtî hevalê wan Akîf Çalişçi jî axaftine kir. Çalişçi diyar kir ku, ew li ser navê "Komîteya tenduristiyê Gel ya KCK'ê tê tewambirkirin" û destnîşan kir ku armanca wê jî ewe ku pêşiya muxalefeta civakî bê girtin û wiha pêde çû: "Di bingeha operasyonên KCK'ê de, bêçareseriya di pirsgirêka Kurd de heye. Ev israra di şer de îro li tevahiya Tiriyeyê û li Kurditanê bi hemû leza xwe berdewam dike."
Endamên Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) ên Manîsayê û emdamên Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB), ji xwenedevanên girtî li avahiya Şaxê SES'ê civîna çapemeniyê li darxistin. Li ser navê emdamên TTB û SES'ê Zeynel Abidin Kaplan axaftinek kir û ev tişt got: "Ev xwendekar ji ber nasnameya xwe ya nîjadî niha girtî ne. Heta 15 salan ji wan re ceza tê xwestin. Ev hemû hevalên me ji bo ku mafên xwe yên sendîkayê parastine tên darizandin. Bê gûman ev hevalên me ji ber nasnameya xwe ya kurdewarî niha girtî ne. Ev bi serê xwe sosreteke."
Kaplan bang li hemû hêlên demokratîk kir ku xwest her kes xwedî li xwendevanan derkeve.