NÛ BÛ-Doza Tûglûk taloqî 8'ê Îlonê hat kirin

Tûglûk a ku ji xebatên KCD'ê dihat darizandin nehat berdan, doz taloqî 8'ê Îlonê hat kirin. Tûglûk gotibû 'Ji KCD'ê teror dernakeve' Parêzerê Tûglûk Ramazan Demir wiha got; "Pêşniyarkirina Destûrekî Bingehîn, ji bo vê xebat kirin mafê herî sereke ye'

Rûniştina doza ku Alîkara Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Aysel Tûglûk piştî bêhndanê berdewam kir.Beriya ku rûniştina dozê destpê bike Tûglûk dibin çavdêriya leşkeran de bi dayîka xwe re demekî kurt axivî. Di dema ku Tûglûk bi dayîka xwe re di axivî Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdinê Ahmet Turk ê ji kar hatî girtin û Hevşaredarê Agiriyê Sirri Sakik ji amade bû. 3 kesên ku bi salane bi hevre têkoşîna siyasî didin meşadin beriya dozê di heman wêneyê de cih girtin giringiya xwe hebû.

Piştî bêhndanê parêzer Ramazan Demir axivî û wiha got: "Dema ku me digot aliyê siyasî heye me hemû arguman derxist holê. Em behsa îdanameyekî di dema parlementeriyê de û têkildarî KCD'ê û xweseriya demokratîk daxuyaniyên hatî kirin, dikin. Ev pêvajo bi 7'ê Hezîranê re destpê kir. Bi berdewamî êrîşên ku li ser HPD'ê hatî kirin ez dixwazin vê pêvajoyê bi du hevokan eşker bikim."

Demir bal kişand li ser darezandina Tûglûk a ji xebatên KCD'ê û wiha got: "Pêşniyarkirina Destûreka Bingehîn a cuda, ji bo vê di nava xebatan de cih girtin mafekî serekî ye. Di dema ku şidet neyê kirin û bi şêwazekî cuda daxwaz kirin rewa ye. Eger ev ne wisa bûya Meclîsê ji bo hevdîtin Destûra Bingehîn banî KCD'ê ne dikir. Ji KCD'ê teror dernakeve. Ji ber ku ji bo hemû kesê rêyên çareseriyê pêşniyar dike."

Parêzeran diyar kir ku di serlêdanên nerazîbûna li dijî girtinê ya her mehê de amadene, daxwaz kirin ku muwekîla wan a ku demeke dirêj li girtîgehê bê berçavgirtin û bên berdan. Dozger, daxwaza dosyaya parêzeran a yekkirina dosyaya KCD a 4. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê red kir, ji ber daxwaz, beyan û delîlên di nava dostyayê de rewşa domandina girtî ya Tûglûk da.

 Piştre ji bo diyarkirina biryarê navberekî kin da rûniştinê.

Heyeta dadgehê ya ku piştre biryar eşkere kir, biryara yekkirina dozê red kir. Heyetê biryara domandina girtina Tûglûk da û doz taloqî 8’ê Îlonê kir.