Doza Tahîr Elçî taloqî 15’ê Hezîranê hate kirin

Girtiyê bi navê Denîz Ataş ji bo rûniştina doza Tahîr Elçî nameyek şand û got “Ji bo ku ez cînayetê têxim stûyê PKK’ê dozger Kenan Karaca gef li min xwar.”

Çaremîn rûniştina doza derbarê cînayeta Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ku di 28'ê Mijdara 2015'an de li navçeya Sûrê ya Amedê hatibû kuştin hatibû vekirin de li 10'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Malbata Elçî û parêzerên malbate li danişînê amade bûn. Polis F.T., S.T. ile M.S. ku berdayî tên darizandin jî li bajarên ku lê bûn bi SEGBÎS'ê tevlî danişînê bûn. 

Girtiyê bi navê Denîz Ataş ê di Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê de ye ji bo rûniştina doza Tahîr Elçî nameyek şand û diyar kir ku di dema şerê li Sûrê ew tehliye bûye û got “Piştî ku em ji Sûrê drketin dozgerê Komarê Kenan Karaca ji min re got ku ‘Heke tu qetilkirina Tahîr Elçî têxe stûyê Mahsûn Gurkan û Ûgûr Yakişir, şewitandina Mizgefta Kûrşûnlû û dibistanan têxe stûyê xwe, ez ê te berdim. Ji ber gef, êşkence, heqaret û lêdanê û soza berdanê ya dozger ez li gorî gotinên Karaca tevgeriyam. Di wê demê de xwendin û nivîsandina min tuneb3u ji ber vê jî ji bo ku xwe ji van gefan rizgar bikim min tiştên ku wan ji min re got qebûl kir.”

 Di danişê de derket holê ku hard dîskê ku yek ji delîlên herî girîng ê di dosyaya cînayeta Tahîr Elçî de tê de dîmenên qamerayên ewlehiyê hatibûn qeydkirin û ji ber ku xera bûbû ji bo lêkolînkirinê ji TUBÎTAK'ê re hatibû şandin vala ye. 

Dadgehê, rûniştin taloqî 15'ê Hezîranê kir.