Rûniştina doza piraniya wan xebatkarên Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA), rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê û ANF’ê 36 jê girtî, bi giştî 44 rojnamevanan li 15’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dest pê dike. Rêxisitnên çapemeniyê, saziyên sivîl û partiyên siyasî, dê di dema rûniştina dozê de piştgirî bidin rojnamevanên ji 24’ê berfanbara 2011 ve girtî ne.
Di encama operasyona binçavkirinê ya di 24’ê berfanbara 2011 de pêk hat de, 36 rojnamevan hatin girtin. Rojnamevan ji ber nûçeyên xwe, têkiliyên wan ên bi navenda nûçeyan re hatin girtin û bi hinceta “endamên Komîteya Çapemeniyê ya KCK’ê ne” hatin girtin. Rûniştina doza rojnamevanan di 10’ê Rezbera 2012 de li Edliyeya Çaglayanê dest pê dike.
Di encama operasyona di 20’ê berfanbara 2011 de ji aliyê rejîma AKP’ê ve li hember rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundem, Ajansa Nûçeyan Dîcleyê (DÎHA), Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), Ajansa Nûçeyan a Etîkê, Çapxaneya Gûn û kovara Demokratîk Modernîteyê pêk anî de 42 kedkarên çapemeniyê hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ve tê birêvebirin de ji bo îfadeyên rojanemvanan du dadger hatin peywirdarkirin. Di lêpirsînê de ji bilî nûçeyên ku rojnamevanan nivîsandine tu tiştek din nehate pirsîn. Di dema îfadeyan de, xebatkara rojnameya Ozgur Gundemê Hatîce Bozkurt serbest hat berdan; piştre jî Celal Kaya, Evrîm Kepeneke, Urliye Ozcan, Hamza Surmelî, Mustafa Ozer û Mûrat Eroglû serbest hatin berdan.
Di 24’ê berfanbara 2011 de ji koma yekem Eylem Surmelî, Guneş Unal û Enîs Yalçin; ji koma duwemîn jî Şeref Sumelî, Sevînç Tuncellî û Arzû Demîr ji bo bi awayeke serbest bên darizandin, serbest hatin berdan, 36 rojanemvanên din jî bi hinceta “endamên rêxistinê ne” hatin girtin. Rojnamevanên zilam di 22-27’ê berfanbarê de şandin Girtîgeha Kandira ya Tîpa F a li Kocaelîyê.
Her çendî rojanmevanên Kurd hatibin girtin, lê mirov nikare bêje nêzî salek e ji pîşe û karê xwe dûr ketine, lewra di girtîgehê de jî her tim binpêkirinên mafan aşkere kirin.
JI AKP’Ê HEWLA BÊBEXTIYÊ!
Hukûmeta AKP’ê ji roja girtina rojnamevana û heta îro hewl dide ku nêrîna “ne rojnamevan in, terorîst in” di nava civakê de parve bike. Her wiha dibêje ku ne ji ber nivîsandinê xwe hatine girtin û bi vî awayî bêbextiya li hebmerî rojnamevanan mezintir kir. Heta rojnamevanên Kurd bi “kuştina mirovan, tecawiz û diziyê” tawanbar kir. Lê tenê sucek heye ew jî: bêbextî ye. Yên ku ev bêbextî kirin jî Erdogan, hukûmeta wî û wezîrên wî bûn.
Dozgerên Tirk hevdîtinên bi rêya telefon û e-peyaman ên bi rojnamevana bi navendên nûçeyan re pêk anîn, derketina derveyê welat, beşdarbûna Roj TV û ragihandina rojevê weke “hêmana suc” hate qebûlkirin. Ger mirov bala xwe bide ser, berevajoyê hemû bêbextiyên Erdogan û wezîrên wî, îdîaname hema bêje weke “rûpelên rojnameyê bûn”.
TANZANYA AZADÎXWAZTIR E!
Piştî girtina rojnamevanên Kurd, ji aliyê raya giştî ve hat zanîn ka hukûmeta AKP’ê di warê azadiya raman û çapemeniyê de çiqas paş ket. Piştî girtina rojnamevanên Kurd gelek sazî û rêxistinên mezin ên cîhanê van pêkanînên rejîma AKP’ê yên li hemberî azadiya çapemenî û ramanê şeremar kirin. Mînak, rêxistina bi navê Mala Azadiyê (Freedom House), ragihand “Tirkiye welatê ku herî zêde rojnamevan girtî ye” û vê yekê di raproa xwe ya sala 2012 de aşkere kir.
Di warê Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de Tirkiye bi welatên weke Kolombiya, Kongo, Nepal û Senegalê re di heman rêzê de bû. Welatên cîhana sêyemîn ên weke Nîjerya, Malî û Tanzanyayaê ji Tirkiyeyê azadîxwaztir in.
DI 10’Ê REZBERÊ DE LI EDLIYEYA ÇAGLAYANÊ
Rojnamevanên Kurd dê di 10’ê Rezberê de li Edliyeya Çaglayan a Stenbolê derbikevin pêşberê dadger. Rêxistinê çapemeniyê, partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û heyetên ji derve hatine ji şopandina dozê dê li wir bin.