Doza sereke ya KCK’ê ya Stenbolê didome

Doza sereke ya KCK’ê ya Stenbolê didome

5’emîn Danişîna doza sereke ya KCK’ê ya Stenbolê bi parastina siyasetmedarên kurd didome.  Parêzerên OHD’ê, ji bo piştgiriyê bidin biryara grevê ya ji aliyê KESK û DÎSK’ê ve hatiye girtin, tevli danişînê nebûn.

Di 2011’an de di bin navê 'KCK’ê' de li Stenbolê operasyon pêk hatin û di der barê  111 jê girtî 205 siyasetmedar, parêzvanên mafê mirovan de doz hat vekirin. 5’emîn danişîna doza sereke ya KCK’ê ya Setnbolê li  15’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê bi parastinan dest pê kir.

Danişîna ku 6 girtî ji ber sedemên tenduristiya xwe tevli nebûn, bi banga Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) parêzer bi armanca piştgiriyê bidin grevên KESK û DÎSK’ê tevli danişînê nebûn. Runiştina ku 3 wergervan lê amadebûn, girtiyê bi navê Alî Îpeklî bi tirkî parastina xwe kir. Îpeklî diyar kir ku faliyetên BDP’ê wekê yên KCK’ê tê nîşandan û darizandin tê kirin. Îpekli destnîşan kir ku di vî 30 salî de êşên mezin hatine kişandin û got ew piştgiriyê de pêvajoya ku Ocalan daye dest pê kirin.

Danişîn bi parastina Îpekli didome.