Doza Sereke ya KCK’ê hate dîtin

Atalay di doza sereke ya ‘KCK’ê de parastina xwe kir û got, dadger, dozger û polîsên ku têkildarî dozê diaxivîn giş girtî ne û xwest ku şandeya dadgehê li gorî rêgezên gerdûnî yên hiqûqê tevbigere.

Doza sereke ya ‘KCK’ê hate dîtin. Hevşaredarê Berê yê Şaredariya Êlihê Nejdet Atalay axivî û got, dadger, dozger û polîsên ku têkildarî dozê diaxivîn giş girtî ne û xwest ku şandeya dadgehê li gorî rêgezên gerdûnî yên hiqûqê tevbigere.

Doza ‘’KCK’ê ya ku 2009’an li Amedê bi operasyonekê dest pê kirî û 154 siyasetmedarên Kurd dihatin darizandin, cara 73’yan li Dadgeha Cezayê Giran ê 2. a Amedê hate dîtin.

Hevşaredarê Berê yê Şaredariya Êlihê li dadgehê di parastina xwe de got, ‘’Jİ 2009’an ve têkildarî vê dozê gelek kes axivîn. Di vê mijarê de herî pir rewşenbîrên FETO, dadger, dozger, polîs axivîn. Lê niha nema deng ji wan tê. Hin hatin girtin û hin reviyan. Û têkildarî dosyayê ez û hevalên xwe em axivîn. Me hewl da ku ev dosya bi derewan, bi agahiyên şaş hatiye dagirtin. Lê di qonaxa ber dest de xuya dibe ku qet li gotinên me yên 8 salan nehatiye guhdarîkirin. Îdîayên têkildarî me rasterast bûye mutalea.’’

Atalay got dadgehê qet li wan guhdarî nekiriye, ‘’lê dîsa jî, ji bo hurmeta min a li darazê, li dadmendiyê ez ê parastina xwe bikim. Rastî di hizûrên wiha de derdikevin holê. Dîrok wê heqê her kesî bide wan.’’

Atalay bi berdewamî got, ‘’ku bi çavekî girtî jî mirov li vê dosyayê binere, wê bi zelalî diyar bibe ku ev hemû xebatên siyasî ne. Hemû hevdîtinên min ên dem amin a ku min Seroktiya Bajêr a Amedê ya DTP’ê dikir, ya dema min a Şaredariya Êlihê, bi endamên partî, hevşaredaran re, bi wekîl û nasên xwe re weke talîmatan hatine şîrovekirin. Dewlet caranan rêya siyaseta Kurd vedike. Lê piştre jî hemû çalakiyên demokratîk sûc hesêb dike û li pêş me datîne. Helbet ev rojên nexweş wê derbas bibin. Roj wê were û em ê van rojan bi ken bi bîr bînin. Wê sinca hiqûqê ya gerdûnî esas were dîtin û têkildarî me biryar were dayin.’’

Parêzerê Atalay Mustafa Yildiz xwest ku miwekîlê wî serbest were berdan.
Rûniştin heta vê heftiya were hate taloqkirin.